Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû 2021-04-25 11:30:22   AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm bi rê ve dibe, li navçeya Peyasê navê kolana Sîpan guhert û navê wezîrê berê yê AKP’î Abdûlkadîr Aksû lê danî.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm bi rê ve dibe, li navçeya Peyasê navê kolana Sîpan guhert. Qeyûm navê wezîrê berê yê AKP’î û Serokê Lijneya Rêveberiya Vakifbankê Abdûlkadîr Aksû li kolanê danî. Meclisa qeyûm, di 4’ê nîsanê de li ser mijarê hevdîtin kir û biryar da ku bavê kolana Sîpan bi navê Abdûlkadîr Aksû bê guhertin.    BÊRÊZIYA LI GEL   Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Şaban Karakaş ku ji peywirê hatiye girtin, bertek nîşanî biryara qeyûm da û ev tişt got: “Kesên ku biryara guhertinê girtin yek ji wan jî ne amadî ye. Biryara şaredariya ku ji sedî 67’ê Amedê dengê xwe dayê tune hesibandine. Danîna navê Abdûlkadîr Aksû ku ji bo gelê Amedê kevirek nedaye serhev jî li dijî ziman, çand û gelê kurd bêrêziyeke mezin e. Em biryara karmendên ku hatine tayînkirin qebûl nakin. Wê navê wê kolanê timik Sîpan bimîne. Wê di demeke nêz de gel we karmendan bişîne malê we û tabeleya Sîpan careke din daleqîne.”