Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin 2021-04-25 10:54:02   ENQERE - Der barê 108 siyasetmedarên kurd de, ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê hatibû destpêkirin, piştî 6 sal û 3 meh şûnde doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 26'ê Nîsanê de li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Rêveberên HDP'ê ev doz wekî “kumpas” pênase kir û anîn ziman ku dê di vê dadgehê de îqtîdar bê darizandin.    Ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê der barê 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd de doz hatibû vekirin. Di nava kesên têne darizandin de Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî heye. Danişîna dozê dê 26'ê Nisanê duşemê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Danişîn dê li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk bê. Dê Nûnerên 11 heyetên Koma Demokrat û Sosyalîstên Parlamentoya Ewropa ku di navde Partiya Demokrat Sosyal a Swêd, Partiya Çep a Komarê ya Katalonya jî hene, bên danişîna dozê bişopînin. Kesên wekî çavdêr danişina dozê bişopînin, nirxandin kirin û anîn ziman ku zextên bi rêk û pêk yên li dijî HDP'ê armanc dikin ku HDP'ê tune bikin. Diyar kirin ku dixwazin berxwedana Kobanê berovajî bikin. Dîsa li gel heyetên navneteweyî dê Koma Meclîsa HDP'ê û Hezar û 200 parêzer dê danişîna dozê bişopînin. Dê nûnerên rêxistinên civakî jî tev li danişina dozê bibin.    DU LÊPIRSÎNÊN SEREKE HENE   Li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, gel di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de daket kolanan û çalakî li dar xistibûn. Dema çalakiyan dest pê kir, Navenda Giştî ya HDP'ê li ser hesabê twitterê daxuyanî dabû. Ji ber vê yekê di 9'ê Cotmeha 2014'an de der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û endamên Lijneya Navendî de gelek doz hatin vekrin. Serdozgriya Komarê ya Enqereyê 2 doz kirin yek. Doza ewil der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û wekîlên wê demê ku endamên Lijneya Navendî bûn de vekirin. Doza duyemîn der barê endamên Lijneya Navendî yên ne wekîlên HDP'ê de bûn de vekirin. Dozgeriya Komarê ya Enqereyê piştre 2 doz kirin yek û bi hinceta di 6-8'ê Cotmehê de gel daxistine kolanê û sucdariya “Gel teşwîkî sûc kirine" xwestin destnedayîna wekîlan bê rakirin. Di 21'ê Sibata 2016’an de der barê wekîlên HDP'ê de fezleke amade kirin. Di 20'ê Gulana 2016’an de jî piştî destnedayîna wekîlan rakirin, Dozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê dosyayê de biryara "Bê erkiyê" da û dosya şand Dozgeriya Komarê ya Amedê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş û wekîlên wê demê Ayhan Bîlgen, Huda Kaya, Altan Tan, Garo Paylan, Meral Daniş Beştaş, Gulser Yildirim de lêpirsîn da destpêkirin û dosya kirin yek. Dosyayê ku bûyerên 6-8'ê Cotmehê xistin naverokê darizandinê berdewam kir.    Midûriyeta Polîsan a Enqereyê der barê endamên Lijneya Navendî ku wê demê ne wekîl bûn de, ji ber lêpirsînê di 19'ê Sibata 2015’an 14 rûpel nijeyên agahiyê ji dozgeriyê re şand. Rapora ku Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi hûrgulî der barê wekîl û endamên Lijneya Navendî ya HDP'ê de nivîsîbû di 8'ê Çileya 2021'an de ji aliyê 22'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Dozgeriyê ev rapor kir bingeha lêpirsîna Bûyerên Kobanê.    ENDAMÊN LIJNEYA NAVENDÎ ÎFARDE DAN    Di çarçoveya bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014'an de di sala 2015'an de lêpirsîn hat destpêkirin û heta 3 salan endamên lijneya Navendî ya HDP'ê û wekîlên HDP'ê çûn îfade dan. Endamên MYK'ê û wekilên HDP'ê Can Memîş, Berfîn Ozge Kose, Bulent Parmaksiz, Dîlek Yagli, Karabet Paylan (Garo), Alî Urkut, Zeynep Karaman, Alp Altınors, Zekî Çelik, Bayram Yilmaz, Cîhan Erdal, Gulfer Akkaya, Hatîce Altinişik, Serpîl Kemalbay, Bîrcan Yorulmaz, Gunay Kubîlay, Arife Kose û Nazmi Gur bi îdeaya şikdar îfadeyên wan hatin girtin.    GIRTINÊN DUYEMÎN    Li aliyekî der barê dosyayê de biryara veşartî didomiya, li aliyê din Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) der barê Selahattin Demirtaş de di 2'ê îlona 2019'an de biryara berdanê da. Lê dozgerê Komarê di 19'ê Îlona 2019'an de muzakere ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê re şand. Li gel ku Yuksekdag û Demîrtaş xwest îfadeyê bidin jî Demîrtaş û Yuksekdag di 20'ê Îlona 2019'an de cara duyemîn ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê hatin girtin.    28 KES GIRTIN    Piştî Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag cara duyemîn ji heman sûcî hatin girtin, di 24'ê Îlona 2020'an de li dijî HDP'îyan operasyon hat li dar xistin. Di vê operasyonê de Sirri Sureyya Onder, Nazmî Gur, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Dilek Yagli, Gulfer Akkaya, Gunay Kubilay Zekî Çelik, Alî Urkut, Altan Tan, Pervin Oduncu, Alp Altınors, Berfîn Ozgur Kose, Cihan Erdal, Ayhan Bîlgen, Îsmail Şengul hatin binçavkirin û di 2'ê Cotmeha 2020’an de, Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 17 kesên din jî hatin girtin. Dîsa wekîlên HDP'ê Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel ku girtî tên darizandin tev li dosyaya Kobanê kirin û cara duyemîn der barê wan de biryara girtinê dan. Dîsa der barê Gulser Yildirim debiryara girtîgeha malê da. Der barê wekîlê HDP'ê Îbrahim Bînîcî û siyasetmedarên din de jî biryara girtinê dan û hêjmara kesên girtî tên darizandin derxistin 28 kesan.    Heta îdeaname hat amadekirin jî dozger der barê dosyayê de biryara veşartinê danî. Dozger têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê piştî 6 sal û 3 mehan di 30'ê Kanûna 2020'an de îdeanameya ku ji 3 hezar û 530 rûpelan û ji 324 klasoran pêk tê amade kir. 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê piştî hefteyekê di 7'ê Çileya 2021'an de qebûl kir. Dozger di îdeanameyê de der barê 108 kesan de angaşt ku van kesan "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye" 37 caran bi sucdariya "Kuştina mirovan" tawanbar kir. Dozger di îdeanameyê de kuştina 37 kesên di bûyerên çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dan xist stuyê HDP'îyan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 46, Li gorî daneyên Midûriyeta Polîsan a Giştî 48 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Dozger di îdeanameyê de cih neda gelek kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane. Dozger di îdeanameyê de Kuştina Suleylan Kale yê 19 salî ku ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hat kuştin xist stuyê HDP'îyan.    Piştî 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdeaname qebûl kir, piştî demek nêzîk heyeta duyemîn hat tayînkirin. Heyeta duyemîn li gel hemû îtîrazên parêzeran armanc dike ku di demek nêzîk de darizandinê bi dawî bike. Lê ne diyar e danişîna dozê çend rojan bidome. Tê texmînkirin ku danişina dozê di navbera 15-45 rojan de bidome. Her çend di îdeanameyê de der barê mirinê de agahî tune bûn jî heyeta duyemîn bi lez der barê mirina kesan de raporên otopsiyê xwest. Heyetê ji bo di 19'ê nîsanê de der barê mirina 32 kesan de rapora otopsî bê şandin, nivîs ji dozgeriyên Stenbolm, Enqere, Amed, Wan, Dîlok, Sêrt û gelek bajarên din re şandin.    DÊ ÎQTÎDAR BÊ DARIZANDIN   HDP'î vê dozê wekî "Komplo û Kumpas" pênase dikin û diyar dikin ku di vê danişîna dozê de dê îqtîdar bê darizandin. HDP'îyan heta niha têkildarî dozê gelek daxuyanî dan û anîn ziman ku dê nikaribin rastiyê tarî bikin. HDP'îyan da zanîn ku yên esil di vê dozê de bên darizandin dê îqtîdar bi xwe be.    MA / Zemo Aggoz