ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-25 09:00:11   * Seroka Şaxa Hejmara 8’emîn a Karê-Giştî ya Îzmîrê Denîz Şahîn Gumuştekîn, diyar kir ku di nava salekê de îstîhdama jinan pir kêm bûye û wiha got: “Bêkariya jinan a di pêvajoya pandemiyê de zêde bû, tam jî li gorî daxwaza desthilatdariyê jin ji îstîhdamê hatin dûrxistin.”   *  Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku her roja diçe tenduristiya muwekîlê wî yê nexweş Ahmet Silik giran dibe û got: “Tu cih nema ku me serlêdan nekir. Lê dîsa nehat berdan. Trajediyeke mirovahiyê tê jiyîn.”    * Endamên Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê, diyar kirin ku girtiyên çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin, ji ber şewba vîrûsa koronayê rastî binpêkrinên mafan ên girantir tên û gotin: “Divê şert û mercên girtiyan bên sererast kirin û daxwazên wan bên qebûlkirin.”    * Derûnnas Fahriye Cengîz, diyar kir ku zilamên nûnertiya desthilatdariyê dikin berpirsên tundiya li dijî jinê ye û got: “Medya jî vê rewşê kûrtir dike. Encex bi têkoşîneke topyekûm tundiya li dijî jinê ji holê rabe.”   * Welatiyên bêkar ji serê sibê heta êvarê li “Kuçeya Karkeran” a Wanê bêkar vedigerin mala xwe. Karker dibêjin di hefteyekê de carna rojekê jî naxebitin û pereyê qezenc dikin jî kîsek tişt tije nake.    * Li Rihayê di nava heftiyekê de 9 û di nava du mehên dawî de jî 30 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Pisporê Xizmeta Civakî Nazîf Dag, diyar kir ku dikare pêşiya van întîharan bê girtin û wiha got: “Ev dide nîşandan ku ji ber xizantî û bêedaletiyê, hêviyên mirovan ne mane.”   * Gundê Êzidiyên Kîwêx ê navçeya Hezex a Şirnexê ya ku berî hezar û 200 salan hatiye avakirin, tevî hemû zilm, zordarî û êrişan li ser piyan e. Nûsrettîn Genç ê her sal di biharê de ji Ewropayê tê gundê xwe yê kevdar ziyaret dike, xwest gelê êzidî xwedî ax, cih û warê xwe derbikevin.   * Guldexwînên sor û zer ên li bajarên herêmê di biharê de şîn û geş dibin, bedewî û xweşikiyek bêhempa pêşkêşî ziyaretvanên xwe dikin.   * Karkerên înşeatê, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê dan û gotin: “Li cihê kar em li kêleka hev dixebitin. Bi awayekê qerebalix li otobusan siwar dibin. Di van deman vîrûs me nagire, ma wê di 1’ê Gulanê de me bigire? Ji bo wan destûr heye, çima ji bo me tuneye?”    * Wê Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta "edaletê"  ji ber qedexeya derketina derve di roja 48'an de li mala xwe bidomîne.   * Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, wê têkildarî girtîgehan civîna onlîne li dar bixe. (14.00)