Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin 2021-04-24 20:07:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 9 eskerên ku helîkopteran di çarçoveya operasyona TSK’ê ya îro li Zapê da destpêkirin de danîn, agahî nayê girtin. Ji bo eskerên winda alîkarî ji KDP’ê hat xwestin.   Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya ku serê sibê li herêma Zapê ya di sînorê herêma Federe ya Kurdistanê da destpêkirin, dewam dike. TSK’ê piştî êrişa hewayî, bi helîkopdaran esker danîn herêmê. Dûre di navbera esker û HPG’iyan de şerên dijwar rû dan.   Ligel şer û pevçûnên dewam dikin, çavkaniyên herêmê, ji qadên operasyonê, îdîayeke girîng danîn holê.   AGAHÎ JI 9 ESKERAN NAYÊ GIRTIN    Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, ji yekîneyek 9 eskeran pêk tê ya ku helîkopteran danîbûn qada Qela Bêdewê ya girêdayî Zapê agahî nayê girtin. Hat diyarkirin ku TSK’ê ji bo dîtina yekîneya eskerî ya winda bûye, alîkarî ji hêzên peşmergên girêdayî KDP’ê xwestiye.   Helîkopterên TSK’ê di saetên serê sibê de, esker danîbûn herêmê. Piştî ku HPG’ê bersiv da eskeran, şer û pevçûnên dijwar rû dan.    MA / Erdogan Altan