Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-04-24 19:18:20   COLEMÊRG – Siyasetmedarên li navçeya Çelê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Li navçeya Çêlê ya Colemêrgê, di serdegirtinên malan ên 22’yê Nîsanê de, 6 siyasetmedarên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Kerem Ayar û Tahsîn Çetîn, alîkarê serokê şaredariyê yê berê Rizgar Demîroglû, endama meclîsa şaredariyê ya berê Nîmet Akar, siyasetmedar Alî Saraç û Cuma Ertûnç piştî ku îfade dan dozgeriyê serbest hatin berda.