KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin 2021-04-24 17:55:48 NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê bertek nîşanî operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ya li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê da û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî van êrişên dengê xwe bilind bikin.   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), têkildarî operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê, daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşan da. KNK'ê di daxuyaniya da de, xwest ku helwestên pêwîst li dijî van êrişan bên nîşandin û operasyona bê bi dawî kirin. Ji bo rawestandina operasyonê KNK'ê bangî Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATO'yê kir ku têkevin nav liv û tevgerê.   KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev peyam da:   “Artêşa Tirkiyê di 24’ê Nîsana 2021’an de bi tevlîbûna hêzên hewayî û bejahî, li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyonek daye destpêkirin. Em dixwazin bidin diyarkirin ku dewleta Tirk di rojek taybet de ev operasyon daye destpêkirin. Ev roja qetlîam û qirkirina li ser gelê Ermeniyane. Peyam û meqseda dewleta Tirk a ji vê operasyonê jî qirkirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi vê mebestê dest bi operasyonê kiriye û dixwaze vê peyamê bide gelê Kurd. Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li gelê Kurd û Kurdistanê dikin ku li her derê, divê li dijî vê operasyonê nerazîbûnên xwe bidin nîşandan. Divê gelê Kurd bêdeng nemîne û li hemberî vê operasyonê refleksa welatparêziyê bide nîşandan. Em e bang li NY, Yekîtiya Ewropa û NATO û saziyên navneteweyî jî dikin ku bila demildest têkevin nav hewldanan û vê qetlîama li ser gelê Kurdan bidin rawestandin.   Roj roja berxwedanê ye, roj roja parastina rûmeta gelê Kurd e. Divê her kes li rûmet û erka xwe ya welatparêziyê derkeve.”