Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan 2021-04-24 14:41:47   STENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girityê nexweş Adnan Yalçin û xwest were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 474’emîn de çalakiya “Rûniştina F” ji ber pandemiyê li ser meyda civakî li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Adnan Yalçin kul i Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H tê ragirtin.    Endama Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Kivanç Sert di civînê de axivî û anî ziman ku pevajoya pandemiyê li ser girtiyên nexweş pirsgirêkên mezin çêkirine û pirs kir ku çima girtiyên nexweş ên di grûpa rîskê de ne nayên berdan. Sert da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de li dijî girtiyên polîtîk polîtîkaya cihêkariyê hatiye kirin û ev yek jî jiyan û tenduristiya wan xistiye xetereyê.    TERKÎ MIRINÊ HATIYE KIRIN    Sert destnîşan kir ku girtiyê nexweş Adnan Yalçin (60) ê 27 sal in girtî ye bi gelek nexweşînan re rûbirû maye û got: “Yalçin li Girtîgeha Dîlokê tê ragirtin. Nexweşînên wek dil, fitika pişt û stû, tansiyona zêde, Hepatit B û penceşêra kolon pê re hene. Di sala 2015’an de ji ber penceşêrê emeliyat bûye û krîza dil derbas kiriye. Bi mudaxileya lezgîn li jiyanê vegerandine. Ji wê rojê ve şertên girtîgehê xetereya li ser jiyana wî zêde dike. Di sala 2014’an de hatiye xwestin ku cezayê wî were taloqkirin û berdan, lê belê daxwaz hatiye redkirin û carek din Adnan Yalçin terkî mirinê hatiye kirin. Ew di bin xetereyek giran de ye. Em daxwaz dikin demildest were berdanê.”