Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê 2021-04-24 12:50:03   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest girtiyê nexweş ê rewşa wî giran e Alî Osman ê 67 salî bi lezgînî were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 346’emîn de çalakiya xwe ya heftane bi rêya civîna onlayn li dar xist.    Endama Desteya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen di civînê de axivî û bi bîr xist ku ji ber xemsariya rayedaran girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê 67 salî di 22’yê nîsanê de li Nexweşxaneya Tarûsê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye û tevî hemû hewldanên malbat û parêzvanên mafê mirovan jî nehatibû berdan.    REWŞA ALÎ OSMAN KOSE GIRAN E    Çevîrmen vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê Alî Osman ê li Girtîgeha Tekîrdaghê Tîpa F tê ragirtin û wiha got: “Rewşa wî giran e. Alî Osman Kose 67 salî ye. 37 sal in di girtîgehê de ye. Bi tena serê xwe nikare 5 metre jî bi rê ve biçe. Di 8 mehên dawî de rewşa wî pir giran bûye. Ew bi Kovîd-19’ê jî ketiye. Gelek nexweşînên wî hene. Kîstek penceşêrê bi qasî 9 santîmetreyan li gurcika wî de heye. Saziya Tiba Edlî muayeneya Kose kir û tevî ku teşhîsa penceşêrê danîn ser jî dîsa rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ danê. Saziya Tiba Edlî xemsar nêz bû û nahêle were berdan. Piştî ku di 19’ê nîsanê de birin Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Trakyayê ku dê tedawiya bihata kirin, lê hêceta ku dor nîne tedawiya wî nehat kirin û wî paş ve birin girtîgehê. Ew nikare bi tena serê xwe bijî. Temenê wî extiyar e. Divê rewşa tenduristiya wî li ber çavan were girtin û bi lezgînî were berdan.”