Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin 2021-04-24 12:13:51   AMED - Li qeraxê Çemê Dîcleyê bi komî masiyên ku mirine hatin dîtin.    Li nêzîkî gundê Hucetî yê navçeya Çinara Amedê li qeraxê Çemê Dîcleyê mirina komî ya masiyan pêk hat. Masiyên mirî ên li qeraxê çem, bûn sedemê bêhnek nexweş. Ji aliyê şêniyên gund ve dîmenên masiyên mirî yên li qeraxê çem hatin girtin. Tê texmînkirin ku masî ji ber kêmbûna ava bendavê ku berdidin û ava Çemê Dîcleyê hindik bûye mirin e.