TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir 2021-04-24 11:18:37   ENQERE - Pişti telefona şevê din di navbera Serokê DYA Biden û Serokomarê AKP'î Erdogan de, ku gotin 'Li ser Komkujiya Ermeniyan' axivîne, TSK'ê li hin deverên Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona eskerî kir. Balafirên şer deverên Metîna, Avaşîn û Zapê bombebar kirin û esker li bejayiyê derketin operasyonê.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), şevê din saet di 20.00'an de ji hewayî û bejayî ve li dijî herêma Metina, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyonê kirin. Piştî operasyonê di navbera hezên TSK û HPG'ê de şerê dijwar dest pê kir.    Balkêş e piştî Serokê DYA'yê Joe Biden û Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan bi telefonê bi hev re axivîn, TSK'ê li dervê sînor operasyon da destpêkirin. Hat gotin ku Biden di telefonê de aniye ziman ku dê geşedanên di sala 1915'an de wekî "Komkujiya Ermeniyan" qebûl bike û ev agahî bi Erdogan re parve kiriye. Lê nehat zanîn ku Erdogan bersivek çawa daye "Vê gotina "Komkujiyê." Lê balkêş e piştî axaftina vê telefonê TSK'ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona hewayî û bejayî kir.    Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); TSK'ê şevê din saet di 20.00'an de ji hewayî û bejayî ve li herêma Zendura ya Metîna û qadên Derarê, Koordîne û Stûna operasyon daye destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, balafirên şer ên TSK'ê saet di 20.00’ê şevê de girên Derarê û Koordîne yên devera Zendûra yên Metîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ev herêm wekî xeta Qeşûra tê zanîn. Piştî bomberdûmana balafirên şer û şûn de helîkopterên bi tîpa Kobra qad bombe dikin. Li herêmê tevgera gelek balafirên Skorsky heye, ji qereqolên derdor û sînor jî bi obus û hewanan êriş tê kirin.    Êrîşên TSK'ê li herêmê belav dibin. Piştî qadên Metîna û Avaşînê vê sibehê TSK'ê li ser Qela Bêdewê, Şehîd Munzur, Dola Nêrwe û Kinyanişê yên Zapê da destpêkirin. Li qadên Metîna û Avaşînê şer berdewam dike. TSK ji bejayî û esmanî ve bombebaranê didomîne. Hat diyarkirin ku li dijî operasyona hewayî û bejayî Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bersiv didin. Çavkaniyan diyar kir ku li herêmê balafirên keşfê jî zêde digerin.    BI HELÎKOPTÊRAN ESKER DANÎN HERÊMA AVAŞÎNÊ   Dema li herêma Metîna operasyon dan destpêkirin, li aliyê din di heman kêliyê de bi helîkoptêran esker danîn Avaşînê. Pişti TSK'ê herêma Mamreşo ya Avaşînê bombe kir, şev nîvê şevê esker şandin herêmê. Hat gotin ku hêzên HPG/YJA Starê jî bersiv dan êrişan. Tê gotin ku li herêmê şerekî dijwar dest pê kiriye. Hat gotin ku li herêma şer heye, birîndar û kuştî zêde ne. Li 3 herêman di navbera TSK’ê û HPG'ê de şer didome.    BERÊ JÎ OPERASYON PÊŞ XISTIN LÊ ENCAM NEGIRT   Di meha sibatê de jî TSK'ê li dijî herêma Heftanîn û Xakurkê operasyona hewayî û bejayî dabû destpêkirin. Pişt re li herêma Garê operasyon li dar xistibûn. TSK'ê di operasyona herêma Garê de Biryargeha Sereke ya HPG'ê kiribû armanc. Di operasyona ku Serokomar Erdogan gotibû "Bi ser neket" de 13 esker û polîsên ku 6 sal in di destê PKK'ê de bûn, di êrîşa hewayî de hatin kuştin.    Rayedarên HPG'ê diyar kirin ku TSK'ê di êrişê de gazên kimyewî bikar anîne û ji Neteweyên Yekbkûyî (NY) xwest heyetek bê avakirin û li herêmê lêkolîn bê kirin.