Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e 2021-04-24 11:17:40 ENQERE - Di ser komkujiya ermenan de 106 sal derbas bûn. Wekîlê HDP'ê Garo Paylan, diyar ki ku komkujiya ermeniyan bi destê dewletê pêk hatiye. Akademisyen Daniele Conversî jî anî ziman ku îqtîdar, di înkarê de israr dike û yên rastiyê tînin ziman jî wekî "dijberi tirkan' tên sûcdarkirin.    Di serdema dawî ya Împaratoriya  Osmanî de û beriya komara Tirkiyeyê 106 sal berê li dijî Ermeniyan komkujî pêk hat. Lê heta niha îqtidar û hikûmeta Tirkiyeye li dijî komkujiyê bêdeng e û bi awayekî fermî komkujî qebûl nekiriye. Civaka ermenî 23-24'ê Nisana 1915'an wekî Bazara Zor pênase dikin. Wê şevê Hikûmeta Osmanî Ermeniyên li Stenbolê girtin û sirgûn kirin. Piranî kesên entelektuel, pêşengên rêxistin û saziyan, aktivist û nûnerên siyasî girtin û sirgûn kirin. Ermeniyên girtin şandin Kampên komkirinê yên li Ayaş û Çankiriyê. Qanûna Tehcîrê di 29'ê Gulana 1915'an de di meclîse re derbas bû. Piraniya civaka ermenî an bi zorê koçber kirin an jî qetil kirin. Di encama tehcîrê de heri kêm 664 hezar û 1.5 milyon ermenî hatin qetilkirin. Di komkujiyê de bi deh hezaran ermenî bi zorê ji malbatên xwe hatin qutkirin. Gelek zarok jî bi zorê kirin misliman.    Li gorî tezên fermi, tê gotin ku Împaratoriya Osmanî, nekiriye polîtîkaya dewletê ya bi armanc ku ji bo ermeniyan tune bike. Gotina "1.5 milyon ermenî hatin qetilkirin" ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve tê redkirin.    Komek hîndekar û rojnameger di sala 2008'an de bi navê "Ez lêborînê dixwazin" kampanya dabûn destpêkirin. Prof. Ahmet Însel, Prof. Baskin Oran, Dr. Cengîz Aktar û rojnameger Ali Bayramoglu, pêşengiya vê kampanyayê kirin. Di 24 saetên kampanyayê de 5 hezar kesan ev kampanya îmze kirin. Li dijî vê kampanyayê komekê bi navê "Em lêborîn naxwazin" kampanya dan destpêkirin. Nêzî 91 hezar kesên ku di navde xwendekar, rojnameger û endamên komên pîşeyî hebûn jî gotin "Em lêborîn naxwazin" Wê demê Serokwezîrê demê Tayyip Erdoğan, bertek nîşanî kampanya "Em leborinê dixwazin" da û got "Wisa xuya ye ku wan ev komkujî kirine ku lêborînê dixwazin. Tu pirsgirêka komara Tirkiye ya wisa tune ye."    WELATÊN KU KOMKUJÎ NAS KIRIN   Enqereyê komkujiya ku di salên 1915 û 1916'an de li dijî ermeniyan pêk hat, ne weki "Komkujî" wekî “tehcir” qebûl kir. Di sala 2019'an de Almanya, Brezilya, Fransa, Îtalya, Kanada û Rusya û 29 welatên din komkujî qebûl kirin. Ji 50 eyaletên DYA 49 eyaletan komkujî qebûl kirin. Her sal 24'ê Nîsanê wekî roja Komkujiya Ermeniyan tê pênasekirin. Her sal bi hezaran ermenî li Paytextê Ermenîstanê li Erivanê li Kompleksa Bîrdariya Komkujiya Ermeniyan ango Tsitsernakaberd ê li hev kom dibin û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bibîr tinin. Ev bîrdari di heman demê de ji bo Ermeniyan wekî "Zayîna ji nûve" tê pênasekirin.    DI SER KOMKUJIYÊ RE 106 SAL BORÎN LÊ...    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, têkildarî komkujiya Ermeniyan nirxandin kir û anî ziman ku li gel 106 sal borin ji hêj ji bo gelê Ermenî edalet pêk nehatiye. Paylan, da zanîn ku hêj feraset û hişmendiya komkujiya Ermeniyan di nava dewletdê de xwe diparêze û wiha got: “Ez bawer dikim ku heta bi rastiya xwe re rû bi rû nemînin ev sûc dê her dem xwe dubare bike. Niha bermahiyên vê hişmendiya komkujiyê hebûna xwe berdewam dikin. Faîlê wê demê Talat Enver û Cemal Paşa hebûna xwe di nava cemaweriyê de berdewam dikin. Havê wan li kolan û qadan kirine. Zarokên me li dibistanên bi navê ‘Talat Enver’ perwerdehiyê dibînin. Eger li Almanyayê navê kolanên Adolf Hitler hebûna û zarokan li dibistanên bi navê Joseph Goebbels perwerde dîtibûna gelo dê îro Almanyayek çawa hebûya.    ‘BELGEYA MIN PÎRIKA MKIN E'    Paylan, anî ziman ku belgeya wî ya komkujiya Ermeniyan pîrika wî ye û wiha lê zêde kir: "Ez bi pîrika xwe re mezin bûm. Piştî komkujiyê pirika min bi tenê sax maye. Pîrika min hemû malbata xwe winda kir û ez li cem wê mezin bûm. Dema zarok bû ji malbatê tenê ew sax ma. Pîrika min hemû serpêhatiyên xwe ji min re got. Çawa komkujî pêk anîn, çawa mal û milkê wan talan û wêran kirin, çawa dêr bi dest xistin, her tişt ji min re got. Ji ber vê yekê pêdivî bi belgeyan tune. Li Anatoliyê ji her 5 kesan yek ermenî bu. Lê îro em li ber tunebûnê ne. Belge pir in. Lê belgeyan qebûl nakin. 106 salin heman polîtîka berdewam dikin. Beton rijandin ser gora Ermeniyan. Li Artemêta Wanê li ser goristana Ermeniyan tuwalet ava kirin."    ‘ÇARESERÎ RU BI RÛ BÛN E'    Paylan, destnîşan kir ku eger bi rastiyê re rû bi rû bimînin ne tenê ji bo gelê Ermenî, dê ji bo hemû gelan başî û xweşiyê bîne û wiha bi dawî kir: "Piştî salên 2000’an, bi têkoşîna gelê Kurd re qatek hat vekirin. Me êdî di medya hawiz de rastî ani ziman. Yek ji peşengê vê yekê Hrant Dink bû. Ji bo empatî pêş bikeve medya amûrek girîng bû. Lê di 5 salên dawî de her tişt hatin guhertin. Heta 5 sal berê me li Qada Taksimê komkujiya Ermeniyan anîn ziman û ermenî bibîr anîn. Medya di vê mijarê de xwedî rolek pir mezin e. Ji ber vê yekê divê medya rolek mezin bide ser xwe."    'REDKIRIN JI BO DEMOKRATİKBÛNA TIRKIYE PIRSGIRÊK E'    Ji zanîngeha Baskê (University of the Basque Country) profesorê dîrokê Danîele Conversî, ku li ser komkujiyê lêkolîn kiriye, diyar kir ku Tirkên ciwan her dem di navbera dîroka kor û nijadperestiyê de asê kirine û wiha got: “Hikûmetên Tirk û nûnerên siyasî di vê înkarê de israr dikin. Her tim ji bo pirsgirêka navxweyî yên din sucdar dikin. Dema yek tiştekî ku dîrok şahidê wê ye diparêzin jî, vê carê vî wekî "Dijberê tirk" tawanbar dikin. Ji bo komkujî bê qebûlkirin û pênasekirin divê îqtîdar demek berî demekê vê yekê qebûl bike. Niha piraniya rewşenbir, demokrat û akamedîsyenên Tirkiye vê yekê qebûl dike. Di vê rewşê de divê hikûmet vê yekê înkar neke û qebûl bike. Ku wisa neke dibe komkujî bidomin. Dibe ku felaketên mezintir bên serê wê."    KOMKUJIYA ÇANDÎ DIDOME    Conversî, herî dawî anî ziman ku niha komkujiya çandî didome û wiha wiha got: “Li gorî lêkolînên lêkolineran, komkujiya çandî beşek mezin a komkujiyê ye. Bi koçberiya zorê nikarin vegerin axa xwe. Divê xebatên der barê komkujiyê de bidomin. Komkujiya çandî hêj didome. Ez hêvî dikim ku dîrok xwe dubare neke. Divê her tişt zelal be. Ger ku xwe dubare bike dê her tişt bêtir xerab bibe."    MA / Berna Kişîn