Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin 2021-04-24 10:16:10   ENQERE - Ji bo danişîna ewil a “Doza Kobanê” ku wê di 26’ê Nîsanê de were lidarxistin, hezar û 200 parêzer belgeya xwe pêşkêşî dadgehê kirin. Roja danişînê wê li 30 welatan çalakiyên xwedîderketina li HDP’ê pêk werin.    Danişîna ewil a “Doza Kobanê” ku wê di 26’ê Nîsanê de were lidarxistin, 28 jê girtî 108 siyasetmedar dê werin darizandin. Ev doz bi hêceta çalakiyên piştevaniya ji bo Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatibûn lidarxistin tê nîşandan. Piştî 6 salan HDP ji çalakiyên bo Kobanê tê tewanbarkirin. Danişîna dozê wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin.    WÊ ÎQTIDAR WERE DARIZANDIN    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojane amadekariyên dozê dikir û ev amadekarî bi dawî bûn. HDP destnîşan dike wê ne îqtidar wan bi darizîne ew ê îqtidarê bidarizînin. Ji bo parastina dozê hezar û 200 parêzer wezîfeyê hilda ser milê xwe. Van parêzeran belgeya ji bo şopandina dozê pêşkêşî dadgehê kirin. Ji bilî van parêzerên belgeya rayetiyê dane dadgehê wê gelek parêzerên din jî dozê bişopînin. Serok û nûnerên baroyên bajarên wek Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Êlih, Şirnex, Dersim, Colemêrg, Agirî, Bûrsa, Îzmîr û her wiha gelek parêzerên endamên rêxistinên hiqûqê di danişînê de amade bin. Serok û nûnerên baroyan wê hem piştevaniya dozê bikin û hem jî çavdêriyan bikin.    LI 30 WELATAN ÇALAKΠ   Gelek kesayet û şandeyên ji derveyî welat jî ji bo dozê bişopînin dê werin Tirkiyê. Her wiha roja danişînê di 26’ê Nîsanê de li 30 welatan çalakiyên ji bo piştevaniya HDP’ê werin lidarxistin.    RAPOR WÊ WERE GIRTIN    Koma HDP’ê bi hevserok, rêveber û parlamenterên xwe ve û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî dê dozê bişopînin. Wê HDP û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl raporên çavdêriyê amade bikin. Tê payîn beriya danişînê HDP û mêvanên xwe daxuyanî bidin çapemeniyê û balê bikişînin ser rewşa dozê.    MA / Zemo Aggoz