Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin 2021-04-24 09:00:42 STENBOL - Hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcan, da zanîn ku binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehan ketin greva birçîbûn, her roja diçe zêdetir dibin û ev nirxandin kir: “Bi hinceta pandemiyê, hemû mafên bingehîn ên girtiyan ji destên wan hatin girtin.” Li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê, girtiyan ji bo ku binpêkirinên mafan ên zêdebûne bi dawî bibin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 149’emîn de dewam dike.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan, binpêkirinên mafan û tecrîda li tevahiya girtîgehan belav bûye de axivî.    BÊHIQÛQIYE   Alcan, diyar kir ku bi salane destûr nayê dayîn ku Ocalan, hem bi malbata xwe re û hem jî bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Alcan, tecrîda li ser Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Li hemberî Ocalan hiqûqek taybet a li dijî mafên mirovan heye. Ev rewş li dijî qanûna ne. Ji bo ku ev pêkanînên bê hiqûqî bi dawî bibin girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê xûsarek mezin dide bedena girtiyan. Ji ber pandemiyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. Di şert û mercên dijwar de girtî, çalakiya xwe dewam dikin. Divê ev rewş li ber çavan bê girtin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”   ‘EM RAPOR AMADE DIKIN’   Derbarê serdanên xwe yên girtîgehan de jî Alcan, ev agahî parve kirin: “Mehê carekê em girtîgehan ziyaret dikin û raporên xwe yên 3 mehan ên derbarê mafên girtiyan de amade dikin. Dûre em raporên xwe bi raya giştî re parve dikin. Di vê pêvajoyê de, rayedarên girtîgehan derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê de lêpirsînên disiplînê dane dest pê kirin. Dîsa xwê û şekir nadin girtiyan. Dîsa tansiyon û nebiza girtiyan nayê kontrol kirin. Dîsa girtiyan dernaxin revîrê. Di rapora herî dawî me amade kir de, me cih da van pirsgirêkan. Piştî ku greva birçîbûnê dest pê kir, li hin girtîgehan dest danîn ser radyo, nişe û parastinên girtiyan. Di heman demê de li gelek girtîgehan zextên giran hene. Ji salekê zêdetire ku girtî dernakevin qadên civakî û sporê. Ev jî bi serê xwe tecrîde.”   HEMÛ MAFÊN GIRTIYAN JI WAN GIRTIN   Alcan, bi bîr xist ku ev demek dirêje girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê nakin û wiha bi dawî kir: “Girtî tenê dikarin hevdîtinên girtî bi malbatên xwe re bikin. Dîsa hevdîtin bi parêzeran re jî girtî tên kirin. Ligel ku ew mafê girtiyan heye ku di heftiyekê de 2 caran li malbatên xwe bigerin, lê ev mafê wan nayê dayîn. Nexweşiyên gelek girtiyan hene. Ji ber pêvajoya pandemiyê wan nabin nexweşxaneyê. Axirê hemû mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Desthilatdariyê, bi hinceta pandemiyê, welat veguherandiye girtîgehê. Li vî welatî, ji bo daxuyanî dayîna kesekê destûr nayê dayîn, lê di kongreyan de bi hezaran kesan kom dikin. Ev jî bêhiqûqiya heye, bi awayekê aşkere radixe ber çavan.”   MA / Ferhat Çelîk