Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî 2021-04-24 09:00:35 MÊRDÎN – Li gel doza pereyê ku Wezareta Karên Hundir ji malbatên HPG’iyan dixwaze dadgehê red kir jî istînafê biryara dadgehê xera kir. Parêzerê dosyayê Necîm Dag, diyar kir ku ji ber nêzikbûna polîtîk bi awayekî neqanûnî doz tê domandin Di meha tebaxê ya sala 2003’an de HPG’iyan li ser rêya Nisêbînê êrişî noqteyeke kontrolê kiribûn û 2 polisan di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata polis Mursel Hacioglû ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû doz li Wezareta Karên Hundir vekiribû. Di kanûna 2014’an de doz bi dawî bû û biryar hat dayîn ku Wezareta Karên Hundir bi faîza wî re 271 milyar û 960 TL û 39 quriş bide malbata polis Hacioglû.    WEZARET DOZ VEKIR   Wezareta Karên Hundir, ji bo vî pereyê ku da malbata Hacioglû bigire, doz li malbata Alî Akman ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabû û bi angaşta ku tevlî bûyerê bûye li malbata Şerîf Şîmdî ê HPG’î ku di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest dabû vekir. 2’emîn Dadgeha Esliyeyê ya Mêrdînê, ji ber ku di lêpirsînê de biryara “neşopandinê” hatibû dayîn, doz red kir. Li ser vê wezaretê biryar bir îstinafê.    MALBAT BERPIRSYAR HATIN GIRTIN   4’emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê, biryara redkirinê ya 2’emîn Dadgeha Esliyeyê ya Mêrdînê rakir û bi angaşta ku malbatan red mîrasê nekiriye wan berpirsyar dît. Li ser vê biryara îstinafê careke din darizandin li 2’emîn Dadgeha Esliyeyê ya Mêrdînê dest pê kir. Heta niha 6 danişîn pêk hatine. Şahidên ku di dosya cezayê ya bi neşopandinê bi dawî bû de cih girtibûn bêyî xwesteka xwe bi biryara dadgehê li dosyayê hatin barkirin.   PARÊZER: JI BER NÊZIKBÛNA POLÎTÎK E   Parêzerê dosyayê Necîm Dag, destpêkirina ji nû ve darizandinê nirxand û diyar kir ku ji ber nêzikbûna polîtîk bi awayekî neqanûnî doz tê domandin û wiha got: “Li gel ku şahid ji dadgehê re nehatine ragihandin jî hinek kes weke şahid hatine guhdarîkirin. Doz li dijî qanûna medenî ye jî. Bi tevahî bi awayejî neheq doz tê domandin. Dibe ku ev jî ji ber zextên li ser dadgehê be.”