Li Licê dar ji kokê rakirin 2021-04-23 16:37:15   AMED - Di operasyona leşkerî ya duh bi tevlîbûna cerdevanan li gundê Dêrxus ê Licê hatibû destpêkirin de, hat diyarkirin ku dar ji kokê hatine rakirin.    Di 14’ê nîsanê de, li gund û mezrayên Derxûs, Huseynik û Karahasan de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û di operasyona ku 3 rojan domkir de li gundê Dêrxus di bin çavdêriya leşkeran de dar hatibûn birîn. Birîna daran a li gundê Dêrxûs duh careke din dest pê kir. Bi cerdevanên ji navçeya Pasûrê anîn re, vê carê li heremeke cuda ya daristanê bi motorên daran dar hatin birîn. Li aliyê din, diyarkirin ku bi makîneyên kar ên anîn cihê heremê, dar ji kokê hatine rakirin.   LEŞKER PAŞVE ÇÛN   Hat destnîşan kirin ku birîna daran di saetên êvarî de bi dawî bûye, leşker û cerdevan ji heremê vekişiyan e.