Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin 2021-04-23 15:48:39   AMED - Di pêvajoyek ku "Doza Kobanê" were lidarxistin, li hin kuçeyên Amedê nivîsên bi îmzeya DAIŞ’ê hatine nivîsandin balê dikişînin ser xwe   Roja duşemê li Enqereyê wê danişîna ewil a “Doza Kobanê” ku bi dehan siyasetmedarên kurd jê tên darizandin were lidarxistin. Beriya danişîna dozê were lidarxistin, li hin kuçeyên taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasa Amedê nivîsên bi îmzeya DAIŞ’ê hatine nivîsandin balê bikişînin ser xwe. Li kuçeya 21’an a taxa Hûzûrevlerî ji aliyên kesên nasname nediyar ve bi spreyê nivîsên wek “Kesen ku xebera ji Xwedê re bêje, wê bên kuştin” û “La Tagût (Şeklên li derveyî rêveberiya Îslamê)” bi îmzeya “Î.D. (İslam Devleti – Dewleta Îslamê)” hatine nivîsandin.    Şêniyên taxê diyar kirin ku ew nizanin nivîs ji aliyê kî ve û kengê hatine nivîsandin.    DAIŞ LI KOBANÊ TÊK ÇÛBÛ    Di sala 2014’an de DAIŞ’ê ji bajarê Mûsilê yê Iraqê dest pê kir û heta beşek mezin ê axa Sûriyê û bajarên Rojavayê Kurdistanê dagir kiribû. DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi hovîtî êrişî bajarê Kobanê kiribû. Lê gelê kurd ji bo Kobanê li seranaserî Kurdistanê û dehan welatê dinyayê rabû ser pêya û êriş û dagirkirina DAIŞ’ê şikand û têk biribû. Di wan rojên ku DAIŞ’ê û piştevanên xwe hewl didan Kobanê dagir bikin, gelê kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê rabûn ser pêya û xwedî li Kobanê derketin. Di wan rojan de DAIŞ li Kobanê têk çûbû.    Siyasetmedarên wê roja duşemê ji “Doza Kobanê” werin darizandin ji çalakiyên wan rojên xwedîderketina Kobanê yên di sala 2014’an de tên tewanbarkirin.