Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da 2021-04-23 15:19:11   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê zarokê 4 salî ku bavê wî ew avêtibû çem li gel hemû mudexeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 15'ê nîsanê de Hogir Mubarîz ê ku dihat gotin tiryakkêşe, kurê xwe Kemal Mubarîz ê 4 salî avêtibû çemê Dîcleyê. Pişt re kesên ku derdorê bûyerê dibînin zarok ji ave derxistibûn û pişt re rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Dûre Mubarîzê 4 salî ku rewşa wî li nexweşxaneyê giran bûbû sewqî nexweşxaneyeke Amedê hatibû kirin. Mubarîz ê ku 9 roj in di beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê de dihat dermankirin li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.   Ji aliyê din ve jî hat zanîn ku bavê ku bûye sedemê mirina kurê xwe hat girtin û ew şandin girtîgeha Şirnexê.