Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin 2021-04-23 13:33:58   ŞIRNEX- Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, girtiyên bi navê Sezgîn Ozkaya, Kerîm Sevînç û Osman Fîdan beyî daxwazan wan sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Ji girtiyan Sezgîn Ozkaya sewqî Girtîgeha Amedê ya Hejmar 2 hat kirin. Lê nehat zanîn ku girtiyên bi navê Kerîm Sevînç û Osman Fîdan sewqî kîjan girtîgehê kirin e.