Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir 2021-04-23 13:13:33   AMED – Di lepirsîna doza ku MEBYA-DER’ê ji ber manşeta “Komeleya Kozmîk a PKK’ê” li rojnameya Yenî Şafakê vekiribû de dadgehê hedefnîşandana rojnameyê weke “azadiya ramanê” qebûl kir.   Rojnameya Yenî Şafakê, ji ber lêpirsîna ku li dijî wê hatibû vekirin û gelek endam û rêveberên wê hatibûn binçavkirin, di 3’ê nîsanê de Komeleya Yekitî, Çand û Piştrevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Bİ manşeta “Komeleya Kozmîk a PKK’ê” hedef nîşan dabûn. Li ser vê parêzerên komeleyê jiş rojnameyê xwestin ku nûçeyên xwe tekzip bike lê rojnameyê daxwaza parêzeran red kir. Ji ber vê parêzeran seri li dadgehê da. 2’emîn Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Amedê, serlêdana parêzeran nirxand û hedef nîşandana komeleyê ya Yenî Şafakê weke “azadiya ramanê” qebûl kir.