Li Qamişloyê şer berdewam dike 2021-04-23 10:24:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê li Qamişloyê yê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî bi ser rejîma Şamê de didome. Piştî ku milîsan agirbest binpê kiribû, şer ji nû ve dest pê kiribû û şerek giran diqewime.   Şerê li Taxa Teyî ya Qamişloyê piştî ku 21’ê nîsanê hêzên leşkerî yên Rûs ketin navberê ji bo demekî kurt agirbest hatibû ragihandin. Lê milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rejîma Şamê careke din êrişî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Rojavayê Kurdistanê kiribûn û agirbest îhlal kiribûn. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji qadê ragihandin, şer li taxa Teyî û li derdora Dibistana Hilko ya aliyê başûrê Qamişloyê, didome. Her wiha milîsên Dîfaa El-Wetenî li herdu herêmên ku şer lê rû didin, sekvanên xwe di avahiyên bilind de bi cih kirine û bi awayekî yekser xaçerêya El-Wehde û kolana Kornîş dikin hedef.   RÛSPÎYÊ ÊLA BENÎ SEBA HAT KUŞTIN   Hêjayî bibîrxistinê ye ku yek ji rûspiyên êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî civîna bi milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê re hat kirin, hat hedefgirtin. Civîn bi armanca rawestandina êrişên milîsên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê li dar ket.   Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê ku di bin kontrola milîsên Dîfaa El-Wetenî de ye, bi 3 guleyan hat hedefgirtin. Tevî ku El-Ciriyan rakirin nexweşxaneyê û hewldanan bijîşkan jî di berbanga îro de jiyana xwe ji dest da.