Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn 2021-04-23 09:02:00 ANTALYA - Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne, diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn û got: “Cihê bêhnvedana qawîşê bi têlan girtin e.”  Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne, di axaftina xwe ya heftane a telefonê ya bi malbatê re de, ragihand ku rewşa tenduristiya wî ne başe û dest nîşan kir ku bi sedan girtiyên nexweş ên mîna wî hene. Devrîm Ayik, da zanîn ku ger bertekên civakî neyên nîşandan, wê rewşa wan xirabtir bibe.   Ayik ê di 2’yê Cotmeha 2015’an de, bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “talana biwesf” hatibû girtin û piştî 3 salan hatibû berdan, cardin di 12’yê Çileya 2021’an de ji heman dosyayê hat girtin. Nexweşiya rovî (corhn) bi Ayik re heye. Ayik, di 12’ê Nîsanê de, ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F sirgûnî Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H hatibû kirin.   ŞERTÊN MUEBETA GIRAN   Ayik, derbarê şert û mercên girtîgehê û rewşa xwe ya tenduristiyê de, ev agahî parve kirin: “12 roj in di hucreya yek kesî de têm girtin. Di hucreyê de kufik, qirêj û sîsirk hene. Di hucreyê de hewadarkirin tuneye. Di nava rojê de heya nîv saetan min derdixin cihekê hewadarkirina wê heye. Hin caran jî tenê dihêlin ez 10 deqeyan di hewadarkirinê de bimînim. Ava germ û televîzyonê nadin me. Ji bo paqijkirina hucreyê amûrên paqijiyê nadin me. Cihê serşoyê tuneye. Ji ber nexweşiyê, lîsteya min a diyetê heye. Lê rêveberiya girtîgehê xwarina diyetê nade min. Divê ji ber nexweşiya min derzî li min were danîn. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku rapora te ya nexweşiyê tuneye derziyênmin li min nadin. Rapora min li Girtîgeha Edîrneyê maye.”   ‘DIVÊ LI HER DERÎ BERTEK BÊN NÎŞANDAN’   Ayik, da zanîn ku ji ber şert û mercên girtîgehê nikare raze û wiha got: “Di saetên serê sibê de yek du saetan dikarim razim. Ji ber xwarinên didin min, ez neçar dimînim ku her tim biçim tûwaletê. Ji pozê min xwîn tê. Li vê derê ez bêhnê nadim û nastînim. Min dernaxin revîrê. Ez nikarim ji bo cihek din sewqa xwe bixwazim. Li vê derê hevalên me pirsgirêkan dijîn. Bersiva tu daxwaznameyên me nadin. Dema ku ez li Edîrneyê bûm, hewadarkirina qawîşa me bi têlan girtibûn. Dixwestin asîman li me tarî bikin. Bi awayekê keyfî îşkence li hevalên me kirin. Her tim heqaret dikirin. Ji ber vê yekê, bertekên li girtîgehan tenê têrê nake. Divê li her derî bertek bên nîşandan.”   ‘POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ KURDAN’   Ayik, dest nîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eynika welate û wiha bi dawî kir: “Weke ku hûn jî dizanîn, li derve pêvajo çawan be, di hûndir de jî heman rewş tê jiyîn. Rêveberî çiqas hişk dibe, bêhiqûqiyên li girtîgehan jî ewqas tên jiyîn. Divê gelê me li dijî vê yekê bi hestiyar tevbigere. Ger li her derî bertek neyên nîşandan, wê pirsgirêkên me kûrtir bibin. Ez tenê ji bo xwe naxwazim. Ez ji bo her kesî dixwazim. Şert û mercên girtîgehan pir xirabin. Hemû hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Di çalakiyê de ne. Em hemû tecrîd kirin. Ev hemû pêkanînên keyfîne. Van polîtîkayan ji bo hemû Kurdan birêve dibin. Divê em jî li dijî vê bi hev re dengê xwe bilind bikin.”    MA / Omer Akin