Karên ji temenê xwe mezintir dikin 2021-04-23 09:01:57 WAN - Li Wanê, beriya Cejna Zarokan 23’yê Nîsanê, zarok karên ji temenê xwe mezintir dikin û di karên herî giran de tên xebitandin. Li tevahiya Tirkiyeyê, her sal “Cejna Zarokan 23’yê Nîsanê” bi bernameyên cuda tê pîrozkirin. Lê bi hatina roja Cejna Zarokan re, li tevahiya welat hîna jî binpêkirinên mafên zarokan dewam dikin. Bi darê zorê zewicandin, îstîsmarkirin, girtin, lêdan, kuştin, di dibistan û qadên cuda de dayîna xebitandin binpêkirinên mafan ên herî ber bi çavin. Li gorî rapora Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) a sala 2019’an, li tevahiya welat 720 hezar zarok di karên cuda de tên xebitandin. Li gorî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî, ji bo heman salê, dest nîşan kir ku 2 milyon zarokên tên xebitandin hene.   Yek ji bajarên ku herî zêde zarok lê tên xebitandin bajarê Wanê ye. Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, hêjmara zarokên tên xebitandin û karên giran ferzî wan tê kirin, zêdetir bû. Li bajêr hema bêje, li her kolan û koçeyê de, zarokên neçar tên hiştin ku bixebitin hene.