Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model 2021-04-23 09:01:55 AMED - Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku pergala ku kurdan li Rojava ava kiriye ji bo Rojhilata Navîn bûye model û da zanîn ku tespîta “Demokrasiya radîkal” a ku civaknasê Marksîst Slavoj Zizek ji bo kurdan kir jî, di rojeva tevahiya cîhanê de ye. Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zizek, li ser hesabê medya civakî, li Zanîngeha Kobanê dersa “Gelo di roja me de, demokrasî hîna tercîheke?” di rojên derbasbûyî de da bû. Zîzek di dersa da de wiha gotibû: “We Kurdan utopyayek ava kir. Divê demokrasî bi awayekê radîkal ji nû ve bê avakirin. Emê vê ji we fêr bibin.” Ev gotina Zizek rastî eleqeyek mezin a gelek kesan hatibû.   Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, axaftina Zizek a ji bo kurdan kiribû ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.   AVAKIRINA DEMOKRASIYA RADÎKAL   Çîftyurek, bal kişand ser axaftina Zizek a ji bo kurdan kiribû û wiha axivî: “Pênaseya ‘Avakirina demokrasiya radîkal’ a Zizek ji bo Kurdan kir, îro li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Rojava û Herêma Federa ya Kurdistanê êdî ji aliyê gelek derdoran ve hatiye qebûl kirin. Tespîta ku Zizek kiriye pir girînge. Projeya netew-dewlet a ku hêzên serdest ên Kurd kirin çar parçe, zirarek mezin dide gelên herêmê. Projeya neteweya demokratîk a gelê Kurd, li Rojhilata Navîn rê li ber serdemeke nû vekir. Kurd ji ber vê yekê rastî êrişên dewletên mîna Îran, Sûriye û Tirkiyeyê tên. Kurd yek welatî, yek alê, yek zimanî û yek olî ya sedsalê red dikin. Kurd bi avakirina demokrasiyê, jiyaneke wekhev dixwazin ava bikin. Di modeya demokrasiya Kurdan de, cih girtina jinan pir girînge. Me berxwedana jinan a li Kobanê dît û em bûn şahidê wê. Gelê Kurd dixwaze Kurdistanê bixe baxçeyê hemû gelan û baweriyan. Armanc dike ku hemû gel, bi bawerî û çanda xwe bi awayekê azad bijîn. Îro li Başûr 11 baweriyên cuda hene. Dîsa li Rojava ev armanca hatiye pêşxistin. Ev model pir cuda ye û naşibe feraseta dewletên klasik. Kurdên li Rojava, naxwazin dewleteke klasik ava bikin û dibêjin, ew ê bi modela ava bikin, bibin mînak.”   ‘DIVÊ ROJAVA Û BAŞÛR BI HEVRE TEVBIGERIN’   Çîftyurek, xwest ku hemû kes xwedî vê modela li Rojava hatiye avakirin derkevin û wiha pê de çû: “Divê Rojava û Başûr bi hevre tevbigerin. Em QSD û Pêşmergeyan ji hev cuda nabînin. Bi awayekê hevpar em nêzî her duyan dibin. Divê em bi awayekê hevpar xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”    ‘LI DIJÎ ÊRIŞAN YEKITÎ’   Çîftyurek, dest nîşan kir ku li Îranê, Iraqê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê, Kurd hêza navxweyî ya demokrasiyê ne û wiha bi dawî kir: “Ev dewlet ditirsin ku bên dabeşkirin. Li herêmê nêzî 50 milyon Kurd hene û xwedî rola serekene. Li dijî projeyên van çar dewletan divê Kurd bibin yek. Rojava niha vê rewşê dijî. Em jî dixwazin yekitiya me pêş bikeve û li Rojava tifaqeke daîmî çêbe. Hevdîtin niha jî dewam dikin. Ev rewş wê tifaqeke daîmî ava bike. Îro ne tenê gef li Rojava tên xwarin li tevahiya destkeftiyên Kurdistanê tên xwarin. Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Li tevahiya cîhanê Kurdan xwe ispat kirine.”