‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde' 2021-04-23 09:01:54 STENBOL - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşî û Serokê Şaxa Hejmara 1'an a Egîtîm Senê ya Stenbolê Mesût Mike, qala girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî kirin û gotin: “Divê Tirkiye dev ji pêkanîn û polîtîkayên xwe yên bişavtinê berde.”  Yek ji hêmanên girîng ên nasnameya civakî zimanê zikmakî ye. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sedsala 15’emîn ve 15 hezar ziman, ji ber polîtîkayên şer, qirkirin, qedexe û bişavtinê tune bûne. Îro li tevahiya cîhanê, bi zaravayên cuda re 7 hezar ziman tên bikaranîn. Ji van zimanan, nêzî 2 hezar û 500 zimanan bi talûkeya tunebûnê re rûbirû ne.    Li gorî Atlasa Zimanên Dibin Talûkeyê Dene ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) yê, li Tirkiyeyê di jiyana rojane de, 36 ziman tên axaftin, ji van zimanan 18 jê ber bi tunebûnê ve ne û 3 ziman jî, winda bûne. Êdî bi zimanên Ûbîhce, Mlahso û Yûnaniya Kapadokya nayên axaftin. Di heman demê de, zaravayên bi Romanî, Ermeniya Rojava, bi Lazî, Yûnaniya Pontûs, bi Azerî, Sûret û Kirmanckiya Kurdî bi talûkeya tunebûnê re rûbirû ne. Pisporan li dijî vê talûkeyê banga “Perwerdehiya zimanê zikmakî” kirin û dan zanîn ku rêveberiya welat hîna jî di pergala perwerdehiya yek zimanî de, israr dike.    Wezîrê Perwerdê yê Neteweyî Ziya Selçûk, herî dawî bersiva pêşniyazpirsa Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Sêrtê Sidik Taş ê ku derbarê perwerdeya zimanê zikmakî de da bû û wiha gotibû: “Ji bilî zimanê Tirkî, tu zimanek din wê di saziyên perwerdê û hindekariyê de, neyên dayîn û hîn kirin.”   ÎTÎRAFA BIŞAVTINÊ    Serokê Şaxa Hejmara 1. a Egîtîm-Senê ya Stenbolê Mesût Mike, derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Feraseta perwerdê ya li welat, tekparêz, nijatperest û zayendperest e. Qanûna Bingehîn a welat, ji bo bişavtinê, cihêkariyê û tunekirinê hatiye amadekirin. Daxuyaniya wezîr dide nîşandan ku li vî welatî weke ku zarokên Tirk tenê hene. Ev jî îtîrafa bişavtinê ye. Divê ji bo her zarokan perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn. Nêzîkatiya tune hesibandina zimanên cuda, li dijî zanist, maf û azadiya mirovane.”    HIŞMENDIYEK NEXWEŞ  E!   Mike, da zanîn ku kesên pewerdeya zimanê zikmakî weke “dabeşkar” dibînin, xwedî hişmendiyek nexweşin û wiha got: “Divê dev ji vê hişmendiyê bê berdan. Mijara perwerdehiya zimanê zikmakî, rastiyeke. Ev pirsgirêk divê ji aliyê hemû beşên civakê ve bê nirxandin. Em neçarin ku bibin bersiv. Îro em di pêvajoyek zor re derbas dibin. Derbaskirina vê pêvajoyê jî bi me ve girêdayî ye. Lazime ku di vê mijarê de, wezaret gavan bavêje, erk û berpirsiyartiya xwe bi cih bîne.”    PIRSGIRÊKA SEREKE QANÛNA BINGEHÎN E   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi jî, da zanîn ku Qanûna Bingehîn ji bilî zimanê Tirkî, tu zimanên din qebûl nake û rexneyên xwe wiha anî ziman: “Pirsgirêka sereke Qanûna Bingehîne û li ser polîtîkayên bişavtinê hatiye avakirin. Polîtîkaya bişavtinê, ji bo Kurdan bikin Tirk bi rêve dibin. Ji dîrokê heya roja îro polîtîkayên bişavtinê dewam dikin. Gelê Kurd dixwaze bi nasnameya xwe bijî û bê naskirin. Çi dema ku zimanê Kurdî bê naskirin, wê demê dê hebûna wê jî bê naskirin. Heya ku hebûna gelê Kurd neyê naskirin, kes nikare behsa demokrasiyê bike. Pêkanînên desthilatdariya îro berhemên hişmendiya faşiste. Dema ku em li welatên Ewropayê mêze dikin, bi dehan zimanên fermî hene. Ditirsin ku Kurd bi xwe, xwe bi rêve bibin. Ez bang dikim ku gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Encex ev jî bi perwerdehiyê pêş bikeve.”