10 sal in gora birayê xwe dixwaze 2021-04-23 09:01:51 WAN - Birayê Abdullah Malgaz ê bi 27 kesan re li navçeya Şaxê, di şerekê sala 1998’an de jiyana xwe ji dest dabûn û bi awayekê du koman hatibûn definkirin Mûstafa Malgaz, bertek nîşanî redkirina daxwaza pevgihandina hestiyan da û got: “Em dixwazin gorekê wî yê ku em li ser dua bikin hebe.”   Li zozana Gorentaş a girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê, di 12’ê Cotmeha 1998’an de şer derketibû û PKK’iyên jiyana xwe ji dest dayîn bi awayekê du komî hatibûn definkirin. Bi daxwaza pevgihandina hestiyên PKK’iyan doz hatibû vekirin. Danişîna 31’emîn a dozê, di 20’ê Nîsanê de hat dîtin û daxwaza “îadekirina hestiyan” hatibû redkirin.     Birayê Abdullah Malgaz ê PKK’î yê bi awayekê komî hatibû definkirina Mûstafa Malgaz, bertek nîşanî redkirina daxwaza doza di sala 2012’an de hatibû vekirin da.    LI GORÎ PÊVAJOYÊ HELWEST   Malgaz, diyar kir ku dema wan doz vekir, helwesta dadgehê pir xirab bû û wiha axivî: “Piştî pêvajoya şer rawestiya, helwesta dadgehê nerim bû. Di vê pêvajoyê de li cihê bûyerê keşif hat kirin û hestî hatin derxistin. Ew hestî ji bo Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê (ATK) hatin şandin. Di dema ku wê hestî bihatan teslîm kirin de, pêvajo cardin xira bû û helwesta dadgehê guherî. Me xizmên 27 kesan, hestiyên zarokên xwe xwestin. Me xwest ku hemû hestiyan bînin gel hev û bidin malbatên wan.”    BENDEWARIYA MALBATÊ   Malgaz, da zanîn ku hestiyên kesên jiyana xwe ji dest da bûn, ji ber ku hatibûn şewitandin nasnameya wan nehat aşkere kirin û wiha hêrsa xwe anî ziman: “Me xwest ku hestiyên kesên li Zozana Feraşînê ya ku li sêgoşeya Şaxê, Colemêrg, Şirnex û Wanê jiyana xwe ji dest dane, bînin gel hev. Tenê hêviya me ev bû. Di heman demê de me xwest dadgeh hestiyan bide me. Lê dadgehê ev daxwaza me jî bi cih ne anî. Dosya wê cardin ji bo dadgeha bilind biçe. Em dixwazin goreka wî ya ku em li serê dua bikin hebe.”   MA / Mujdat Can