Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan 2021-04-22 11:35:58 ŞENGAL – Civaka êzidî ku rêxistinên wan ên siyasî û leşkerî weke gef tên dîtin û artêşa Iraqê leşker kiriya xaka wan, li dijî tifaqa ku Tirkiye, Amerîka, PDK û Îran di nav de hene têkoşîna hebûnê didin. Êzidî dixwazin bi awayekî xweser û parastina wan a rewa hebe bijîn.    Di ser fermana 73’an ku di sala 2014’an de li Şengalê bi destê DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî pêk hat re 6 sal derbas bûn. Dema fermanê hêzên girêdayî artêşa Iraqê û PDK’ê civaka êzidî bi tenê hiştin û ji bajar derketibûn. Piştî vê DAIŞ’ê jî êrişî Şengalê kiribû û êzidiyan di qirkirinê re derbas kiribû. Hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ li hewara êzidiyan hatibûn û wan ji qirkirinê rizgar kiribûn. Heta 13’ê mijdara 2015’an li dijî DAIŞ’ê şer kirin û Şengalê rizgar kirin. Piştre êzidî hatibûn gelhev û hêzên parastina rewa Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kiribûn.    PEYMANA 9’E COTMEHÊ   Piştî Şengal hat rizgarkirin di serî de Tirkiye bû hedefa gelek welatan. Herî dawî di 9’ê Cotmeha 2020’an de Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Şengalê peymanekê îmze kirin. Ji ber vê peymanê bi mehan e rewşeke aloz li Şengalê heye û tê xwestin ku rêxistinbûna piştî fermanê bi destê êzidiyan hatiye avakirin bê hilweşandin. Tirkiye û Amerîka piştgiriya peymanê dikin û dixwazin ku Meclisa Xweser a Şengalê û Asayîşa Şengalê ji holê bên rakirin.    CIH JI ARTÊŞA IRAQÊ RE TUNEYE   Êzidî jî li dijî vê peymana ku vîna tune tê hesibandin serfer bûne û peymanê qebûl nakin. Ji bo ku peyman bikeve meriyete gelek caran artêşa Iraqê xwest bikeve deverên di bin kontrola YBŞ’ê de. Lê êzidî li dijî vê derketin û hewldanên artêşa Iraqê vala derxistin. Herî dawî jî artêşa Iraqê xwest bikeve gundê Gir Zerîk ê girêdayî Til Êzerê. Êzidî li dijî vê jî derketin û pêşveçûna artêşê rawestandin. Dayik û êşîrên êzidiyan gotin ku wê destûr nedin hêzên ku wan di fermanê de bi tenê hiştine û peyam dan fermandarên artêşa Iraqê ku hêzên wan biparêzin hêzên YBŞ û YJŞ’ê ne.   TEHLIYE DIDOME   Her çiqas berxwedan êzidiyan hêzên Iraqê di paş de vekişandibe jî tehliyeya li Şengalê didome. Artêşa Iraqê dibejê ew hê jî girêdayî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Artêşa Iraqê her ku diçe êrişkar dibe û bi provakatîfî tevdigere. Ev jî nîşan dide ku wê li herêmê şerek biqewime. Lê YBŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyaloxê çareser bikin. Hevdîtinên di navbera aliyan de jî didomin.    DI PIŞT PERDÊ DE TIRKIYE HEYE   Beriya Niha Tirkiye gelek caran gef li Şengalê xwar û helw da ku bikeve herêmê. Lê tu encam bi dest nexistiye. Ji ber vê niha hewl dide planên xwe bi ser artêşa ıraqê û PDK’ê de pêk bîne. Ji bo ku gengeşiya li herêmê veguhere şer dikeve nav her cure hewldanê. Ji bo ku Peymana 9’ê Cotmehê zextê li Hikûmeta Kazimî û Herêma Kurdistanê dike. Her dû hêz jî ji ber zexta Tirkiyeyê hewl didin li Şengalê cih bigirin.    PARÇE BIKE Û BI RÊ VE BIBE   Artêşa Iraqê ku heta niha li dijî hêzên YBŞ’ê û gelê Şengalê bi ser neketiye serî li rêyên cuda jî dide. Artêş li malbat û êşîrên di nav YBŞ’ê de digere û bi şertê ku ji YBŞ’ê veqetin sozê naskirinê û mûçedayînê dide wan. Şengalî jî van hewldanên Tirkiye, Iraqê û PDK’ê weke siyaseta “parçe bike û bi rê ve bibe” dibînin.    ÎDAREYA BAJAR!   Hat diyarkirin ku artêşa Iraqê bi ser Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê re dixwaze ku endam û nûnerê meclisê xwe weke “îdareya bajar” bidin nasîn. Ev jî weke parçeyek plana li dijî Şengalê tê dîtin. Ev weke rêxistinbûn û îdareyeke herêmî ku tu vîn û rayeya wê tuneye tê pênasekirin. Tê gotin ku Iraqê ji bo planên xwe yên li ser Şengalê bike meriyete bi pêşniyarên Tirkiyeyê vê daxwazê dike.    JI ŞENGAL JI PDK’Ê RE YE   Te xwestin ku li Şengalê hêzên îdarî û parastinê bên tasfiyekirin û bi destê artêşa Iraqê ji PDK’ê re bê hiştin. Bi vê fêhilkirina PDK’ê û sererastkirina îmaja wê ya ku dema fermanê xera bûbû tê plankirin.    PLANA HÎVA ŞÎÎ   Li aliyê din li Şengalê hêza Haşdî Şabî jî heye. Haşdî Şabî, dibêke ku wê li dijî êrişeke Tirkiye û PDK’ê bikeve nav tevgerê û li bendê ye ku Îran ferman bidê. Her çiqas peyamên wan ên pêşîgirtina berbelavbûna Tirkiyeyê hebin jî ew jî di encamê de dixwazin di rewşeke aloz de tevahiya Şengalê bikin bin kontrola xwe. Ji bo vê Îran, di ser Haşdî Şabî de siyaset dike û Şengalê weke parçeyeke plana xwe ya “hîva şîî” ya ji Sûriyeyê heta Lubnanê dibîne.    ÇARESERÎ NASÎNA RÊVEBERIYA XWESER E   Van hemû planan li berxwedana êzidiyan dieliqin. Civaka êzidî ku xwe li dora Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û hêzên parastinê kirine xelek cara yekemîn li dikî artêşekê serî hildan. Ev rewş weke miajreke girîng tê dîtin. Ji bo ku fermaneke nû nebe Şengalî dibêjin çareserî nasîna Rêveberiya Xweser e.   MA / Nazım Daştan