Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da 2021-04-22 09:31:30 AMED - Lêkolîner-nivîskar Ahmet Kanî diyar kir ku piştî hejmara yekemîn a Rojnameya Kurdistanê derket, siltanê Osmanî Abdulhamîtê duyemîn bi fermanekê qedexe kir ku rojname têkeve Kurdistanê. Kanî got ku dema 123 salên dîroka çapemeniya Kurdan tê vekolandin, tê dîtin ku polîtîkaya zextê ya li ser Kurdan qet neguheriye. Rojnameya Kurdistan ku yekemîn rojnameya Kurdan e, di 22’yê Nîsana sala 1898’an de, li paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê kurê Mîr Bedirxan, Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Fikra Bedirxan ew bû ku rojnameya Kurdistanê li herêmên Kurdan derxîne. Lê belê dewleta Osmanî di wan salan de tevlihev bû û bi rêveberiyeke navendî dihat birêvebirin. Ji ber zexta dewleta Osmanî, Bedirxan neçar ma ku rojnameyê li Qahîreyê çap bike.   Dewleta Osmanî ya otorîter her ku diçû bêhtir navendîtir dibû û tevî zextên wê jî, Bedirxan her sê hejmarên destpêkê yên rojnameyê bi Kurdî çap kirin. Abdulhamîtê duyemîn têkildarî çapkirina hejmara yekemîn a rojnameyê fermanek da û qedexe kir ku rojname têkeve herêmên Kurdan. Ji ber helwesta Osmaniyan a li dijî rojnameyê, Bedirxan di hejmarên çaremîn û pêncemîn ên rojnameyê de cih da daxwaznameyên ku bi zimanê Osmanî ji Abdulhamît re nivîsandibûn. Di daxwaznameyê de Bedirxan destnîşan dike ku ew ne li dijî desthilatiya padîşah in û tekane mebesta wan ew e ku bi rojnameyê re agahiyan bigihînin gel. Piştî çapkirina hejmara pêncemîn li Stenbolê weke ku ji van daxwaznameyan re bersivek bê dayîn, li dijî malbata Bedirxaniyan êrişek pêk hat. Li ser vê yekê Mîdhed Bedirxan neçar dimîne ku ji Qahîreyê derbasî Stenbolê bibe.    Piştî ku li Stenbolê êriş dibin ser malbatê, Mîthat Bedirxan biryar dide ku êdî rojnameyê dernexîne. Lê belê birayê wî Abdurrahman Bedirxan derbasî Cenevê dibe û weşana rojnameya xwe li cihê mayî berdewam dike.   JI BER ZEXTAN LI ÇAR BAJARÊN CUDA HAT DERXISTIN    Tevî hemû zextan jî, Rojnameya Kurdistanê çar salan bi 31 hejmaran weşana xwe berdewam dike. Pênc hejmarên destpêkê yên rojnameyê li Qahîreyê ji hêla Mîdhed Bedirxan ve hatin derxistin. Piştî êrişa li dijî malbatê, Abdurrahman Bedirxan çar meh pişt re dest bi çapkirina rojnameyê dike. Li gorî vê; hejmarên ji 6’ê heta 18’ê li Cenevê, ji 20’ê heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’emîn li Londonê, hejmarên ji 25’ê heta 29’an li Folkstone (Îngilistan)  û yên 30 û 31’emîn jî dîsa li Cenevê tên çapkirin.   HEJMARA 19’EMÎN A ROJNAMEYÊ WINDA YE   Hejmara 19’emîn a rojnameyê hêj jî winda ye. Lewma ti belge di dest de nînin, bê ka kengî û li kîjan deverê hatiye derxistin.    Lêkolîner-nivîskar Ahmet Kanî ku di sala 2011’an de li Enîstîtûya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Artukluyê tez nivîsand û di sala 2019’an de ev tez bi navê Analîza Rojnameya Kurdistan weke pirtûk çap kir, derheqê pêvajoya pêşveçûna dîrokî ya Rojnameya Kurdistanê de axivî.   II. ABDULHAMÎT FERMAN DA   Kanî, da zanîn ku Abdulhamîtê duyemîn piştî hejmara yekemîn a rojnameyê ferman da ku ev rojname nekeve Kurdistanê û piştî vê fermanê jî zextên li ser rojnameyê zêde bûne. Kanî diyar kir ku rêveberên wê serdemê bi hinceta ku rojnameya bi Kurdî nayê xwendin û hewcedarî pê nîne li dijî weşandina wê bûn û wiha got: “Lê dema em li hejmara 13’emîn a rojnameyê dinihêrîn dibînin ku alimekî Kurd ê bi navê Ş.M. ku ji Amedê ye, ji rojnameyê re nameyek nivîsandiye û Abdurrahman Bedirxan jî ev name weşandiye. Abdurrahman Bedirxan bi weşandina vê nameyê re xwestiye ji padîşah û rêveberên Osmanî re bibêje ku eleqeya Kurdan a bo rojnameyê heye.”   Her wiha Kanî dibêje ku xwediyê nameyê tenê tîpên destpêkê yên nav û paşnavê xwe nivîsandine û ev jî mînakekî şênbere ji bo zexta wê serdemê.   NAVEROKA ROJNAMEYÊ   Kanî destnîşan kir ku di Rojnameya Kurdistanê de bûyerên wê serdemê yên girîng hatine weşandin û agahiyên derheqê dîrok û wêjeya Kurdan de jî tê de hene. Kanî got ku wan dîtiye ku di her hejmara rojnameyê de beşeka pirtûka Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî hatiye weşandin. Bi domdarî jî Kanî wiha dibêje: “Di hejmara 13’emîn a rojnameyê de rexneyên li ser îxtîlafên di navbera Kurd û Ermenan de hene.”   MEM Û ZÎN CARA YEKEMÎN HAT WEŞANDIN   Nivîskar Kanî got ku berhema ‘Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî ku bi dest hatiye nivîsandin jî ji hêla Hecî Qadirê Koyî ve ji Mîdhed Bedirxan ku wê demê li Qahîreyê re tê şandin. Kanî wiha didomîne: “Ev berhem yekemîn car beş bi beş di Rojnameya Kurdistanê de tê weşandin. Dema em li şert û mercên wê serdemê dinihêrîn dibînin ku armanca Rojnameya Kurdistanê ya wê demê pêşxistina zimanê Kurdî ye. Armanc dikin ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî hînî gel bikin. Ji bo Rojnameya Kurdistanê em dikarin vê bibêjin; dibistana ewil e ku Kurdan ava kiriye. Ji ber ku ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandina Kurdan gel teşwîq dikir.”    DI 1972’YAN DE LI ALMANYAYÊ HAT DÎTIN   Kanî anî ziman ku Rojnameya Kurdistan piştî hejmara 31’emîn nehat derxistin û wiha pê de çû: “Piştî sala 1902’yan bi awayekî dan jibîrkirin. Hejmarên rojnameyê cara ewil di sala 1972’yan de ji hêla  akademîsyenê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Kemal Fuat ve li Almanyayê di nava refên tozkî de hatin dîtin. Dema ku Dr. Fuat li Almanyayê ji bo destnivîsaran xebatan dimeşîne rastî Rojnameya Kurdistanê tê û 26 hejmarên wê berhev dike. Hejmarên 17’emîn û 18’emîn ên winda ji hêla Mihemmed Tayfûn (Malmîşanî) û hejmarên 10’emîn û 12’emîn jî di sala 2006’an de ji hêla Prof. Celîlê Celîl ve li Rûsyayê tên dîtin. Heta niha 30 hejmarên rojnameyê hatine komkirin. Lê belê derheqê hejmara 19’emîn de heta niha jî ti agahî nehatine bidestxistin. Têkildarî dem û cihê ku ev hejmar lê hatiye çapkirin lêkolîn tên kirin.”    ‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ EV 123 SAL IN QET NEGUHERIYE’   Lêkolîner-Nivîskar Ahmet Kanî axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji roja ku Rojnameya Kurdistan hatiye çapkirin heta niha 123 sal derbas bûn. Lê tevî ewqas dem jî helwesta dewletê ya li dijî gelê Kurd qet neguheriye. Êrişên li dijî Kurdan bi heman awayî berdewam kirin. Rojname tên girtin, qeyûman diavêjin ser şaredariyan hilbijartî û tabelayên bi Kurdî tên rakirin. Bi kurt û kurmancî li dijî her qadeka jiyanê ya Kurdan êriş heye. Lewma divê em berxwedana xwe berdewam bikin. Ev zilma ku em li dijî wê ber xwe didin dê wiha nedome û kesek nikare pêşî li azadiya me bigire. Tekane daxwaza min a ji çapemeniya Kurd ew e ku rojnamegeriya xwe bi zimanê xwe bikin. Zimanê me, ala me ye.”    MA / Cengîz Ozbasar