Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe 2021-04-22 09:01:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Îdo Şekir derbarê geşedanên li Şengalê yên herî dawî de axivî û got: "Heger di van herdû salan de pêşketineke siyasî di Iraqê de çênebe, bi dîtina me wê Iraq bikeve tengasiyeke mezin û wê hilweşe. Hilweşandina siyasî bila nebe sedemê hilweşandineke leşkerî."  Piştî ku Peymana Şengalê di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, li dijî civaka êzidî gef û zext jî zêde bûn. Di 10'ê adarê de hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku hêzên Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê derbikevin wext dabû Rêberiya Xweser a Şengalê. Li dijî êrişeke gengaz e jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi awayeke lezgîn civiya û li navenda Şengalê meşeke girseyî li dar xistibû. Piştî van geşedanên dawî li Şengalê bêdengiyek çêbû. Herî dawî di 12 nîsanê de Wezîrê Karên Navxweyî Osman Xanmî li Şengalê parêzgeha Nînovayê ziyaret kir. Piştî vê serdana Wezîrê Karên Navxweyî, artêşa Iraqê xwest ku bikeve gundê Gir Zerikê û li dijî vê hewlêdanê Şengaliyan li ser riya gund dest bi çalakiya rûniştinê kir û berxwedana xwe a li dijî vê hewlê didomînin.    Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrat a Êzidiyan (PADÊ) Îdo Şeker derbarê geşedanên herî dawî de ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'KESÊ KU ÊZIDIYAN NAS NEKE WÊ EM JÎ NAS NEKIN'    Îdo Şekir bal kişand ser "Peymana" ku di 9'ê Cotmeha 2020'an di navbera Hewler û Bexdayê de hatiye îmzekirin û wiha axivî: "Meseleya Şengalê ne meseleyeke leşkerî ye, meseleyeke siyasî ye. Destê Tirkiyeyê û Amerîkayê jî di nava vê meseleyê de heye. Li Şengalê bi berxwedanê vîneke xweser hatiye afirandin. Li gel avakirina vê îradeyê armancên dewleta Tirkiyeyê û dewletê din pêk nehatin. Ji bo ku ev Peyman ji hêla hikûmeta Iraqê ve bê îmzekirin, gelek zext hebûn. Li gel îmzekirina peymanê rewşa Şengalê hate guhertin. Rewşa Şengalê bi taybetî leşkerî meşiya. Heger ku rewş di qada siyasî de neyê çareserkirin, wê rewş bi leşkerî biçe. Iraq naxwaze ku şerê êzidiyan bike, lê bi zext û êrişan re rûbirû ye. Dibe ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve heta niha helwesteke erênî nehatibe nîşan dan, lê di vê dema dawî de nêzikatiyeke baş tê nîşandan. Piştî ku Peymana Şengalê hat îmzekirin, rewş hat guhertin. Rastî jî êzidiyên ku li vir mayîn û yên ku ji derveyî Şengalê mayîn xwesteka wan yekemîn jî ew e ku jinên êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne bên xelaskirin. Ya duyemîn jî dixwazin vegerin ser xaka xwe. Ya sêyemîn jî ew e ku hêza wan a leşkerî fermî bê qebûlkirin. Êdî divê bêferq û cudahî baweriya me bê naskirin û qebûl kirin. Wexta ku me weke civaka êzidî esas neyên girtin, wê demê tişta ku ew ji bo me bikin jî wateya wê tune ye. Dema ku em vê dibêjin em ne tenê ji hikûmetekî re dibêjin, em ji hemû cîhanê re dibêjin. Hikûmeta ku vîna êzidiyan nas neke, wê êzidiyan ji Şengalê dûr bike, wê êzidiyan bêhêz bihêle û êzidiyan bêsiyaset bihêle. Wexta ku ev hemû ji destê êzidiyan hatin standin, êzidî êdî weke êzidî nikarin bijîn. Jiyana ku em li ser xaka xwe didomînin ji me re weke kerametekiye. Lê ev tenê têr nake. Bêgûman çareserî xweparastin û bajêr ji nû ve avakirin e."   'DI HEMÛ ALIYAN DE AMADEKARIYÊN ME HENE'    Şekir bal kişand ser encamên "Peymanê" û wiha got: "Bi zext û gef xwarinê pirsgirêk nayê çareserkirin. Bêgûman di serî de xwestin ku peymanê bi bêîradekirina Asayişa Êzidxan dest pê bikin. Ev pilan ne bi destê Iraqê hatiye  amadekirin. Bi destê Tirkiyeyê û Amerîkayê hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê em li ser îradeya êzidiyan hin xeteriyan dibînin. Wexta ku ji me re hat ragihandin em weke rêveberiya xweser amade bûn. Di hemû aliyan de amadekariyên me hene. Hem di aliyê leşkerî de û hem jî di aliyê diyalogê de em dixwazin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ew bi xwe jî dizanin ku pirsgirêka Şengalê ne pirsgirîkeke leşkerî ye, pirsgirêkeke siyasî ye. Bi operasyonên leşkerî pirsgirêk nayê çareserkirin. Çareserî bi diyalogê mimkin e. Ev jî di destê hikûmeta Iraqê de dimîne. Wê heta kengî êzidiyan bikirin û bifiroşin û wê heta kengî  baweriya wan qebûl nekin? Ev pirsgirêkên bingehîn hin li Iraqê didomin. Pêwîste di serî de ev pirsgirêk bên çareserkirin."    'EM NAXWAZIN KU ŞERÊ DEWLETA XWE BIKIN'   Şekir serdana Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê ya ji bo Şengalê jî nirxand û wiha domand: "Wexta ku Wezîrê Iraqê hat serdana Şengalê li ser armancekî hat. Heta 1'ê nîsanê wext hatibû xwestin. Me gotibû em ji her tiştekî re amade ne. Lê em ne mecbûr in ku em bi hikûmetê re şer bikin. Heger Kazimî bixwaze şerê êzidiyan bike, em amade ne ku bersiva Kazimî jî bidin. Lê em naxwazin şerê dewleta Iraqê bikin. Bi şandina wezîr xwestin ku peyamekî bidin derve. Xwestin ku bibêjin li Şengalê aramî heye û pirsgirêkek li Şengalê tune ye. Peyameke ku 'ev pirsgirêk hatiye çareserkirin' hat dayîn. Lê em wisa nabînin. Ji hêla rêveberiya xweser ev pirsgirêk hin jî nehatiye çareserkirin. Lê pêwîste ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heta ku me cidî negirin û me esas nebînin em ê qebûl nekin. Ne tenê Iraq kîjan hikûmet li ser Şengalê peymanan çêbike em ê qebûl nekin."   'BILA NEBE SEDEMÊ HILŞANDINEKE LEŞKERÎ'    Şekir di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta Iraqê bi rê û rêbazên şaş dawiya xwe tîne û got: "Em amadene ku em Şengala xwe biparêzin. Ew dewleta ku îradeya me qebûl neke, em jî wan qebûl nakin. Wextê ku li ser Şengalê tiştek hat çêkirin pêwîste gelê Şengalê jî bê guhdarkirin. Ji ber ku heta niha yek kesî nêrîna gelê Şengalê nestandiye û îradeya wê qebûl nekiriye û gelê Şengalê weke gelê Iraqê nehatiye dîtin. Em ji bo li ber xwe bidin amade ne. Pêwîste ji îro pê ve êzidî muhlet bidin wan. Em wan qeûl nakin. Daxwaziyên êzidiyan naskirina îradeya wan e û qebûlkirina hêzên wan ên leşkerî ne. Heger Iraq nikare van daxwaziyan pêk bîne, wê demê Şengalî jî ne mecbûrin ku xwe weke gelê Iraqê bibînin. Wê demê divê êzidî nabêjin em Iraqî ne. Divê pêşiya xûrtbûna DAIŞ'ê û xûrtbûna hêzên çêkdarî yên beyanî neyê vekirin. Heger di van herdû salan de pêşketineke siyasî di Iraqê de çênebû bi dîtiname wê Iraq bikeve tengasiyeke mezin û wê hilweşe. Hilweşandina siyasî bila nebe sedema hilweşandineke leşkerî. Heke Iraq nêrînên gel nestîne û li gorî wê gav neavêje wê di demeke nêz de Iraq hilweşe."   MA / Zeynep Dûrgût