Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin! 2021-04-21 14:54:24 AMED - Li navçeya Farqînê, leşkeran di ser teziyeya Şehnaz Okşamak a HPG’î de girtin û dest danîn ser sendeliyan. Leşkeran bi hinceta pandemiyê, 7 hezar TL pere li 5 kesên li taziyê bûn, birîn. Welatiyan ji bo Şehnaz Okşamak a di 25’ê Îlona 2020’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişa balafiran de jiyana xwe ji dest da bû, sersaxî li malbata wî ya li gundê Mîreliya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê dan. Malbata Okşamak, di 17’ê Nîsanê de, li qada servekirî de ya ber mala xwe sendelî danîn û sersaxî qebûl kirin. Leşkeran di 20’ê Nîsanê de, saet derdora 13.00’an bi ser qada şînê de girtin. Leşkerên bi maşîneyên zirxî hatin gund, îfadeyên ferdên malbatê F.O., U.O, M.A., S.,O û kesekê navê wî nehat zanîn girtin.   HEQARET LI FERDÊN MALBATÊ KIRIN   Hat diyarkirin ku leşkeran heqaret li ferdên malbatê kirin û fermandarê qereqolê jî, ji welatiyan re wiha got: “Li vê derê dikek hebe, ew jî ezim. Li vê derê yek bang bike, ew jî ezim.”    SANDELÎ DESTESER KIRIN!   Leşkeran dûre sandeliyê li qadê hatibûn bi cih kirin, kom kirin, li qemyon siwar kirin û bi xwe re birin. Hat destnîşan kirin ku leşkeran dûre sendelî paşve anîne û teslîmî malbatê kirine.   VEXWENDIN QEREQOLÊ, CEZAYÊ PERE BIRÎN   Hat diyarkirin ku leşkeran 5 kesên îfadeyên wan ên li gund girtibûn, cardin bangî qereqolê kirin û bi hinceta bergiriyên pandemiyê bi giştî 7 hezar TL pere li wan birîn e.