Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin 2021-04-21 09:32:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  û Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de derketin, didomin.    Piştî ku li Qamişloyê hêzên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê duh şev êrîşî noxteyên qontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  kirin pêvçûn derket. Hat diyarkirin ku di pêvçûnan de gelek mîlîsên Dîfa El Wetenî hatine kuştin û birîndarkirin. Hat daxuyandin ku endamekî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn jî jiyana xwe ji dest daye. Pevçûnan heta saet 02.00’an berdewam kirin. Piştî bêdengiya Taxa Tayê ya demekê saet di 03.00’an de careke din bi awayekî tund berdewam kir. Pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  û Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de derkein, îro jî bi bikaranîna hewan û çekên giran berdewam dike.   ‘EM Ê BERSIVA ÊRÎŞÊ BIDIN’   Hêzên Ewlekariya Hûndirîn, têkildarî mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Milîsên Dîfa El Wetenî yên dixwazin li heremê tevliheviyê derxînin li Qamişloyê êrîşî hêzên me dikin. Di encama gulebarandina milîsên Dîfa El Wetanî ya li noxteya me ya ewlehiyê ya Xaçerêya El Wehda ya duh şev, endamekî me giran birîndar bû. Endamê me yê rakirin nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jî şehîd bû. Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina xwe û têkbirina tevahî hewldanên milîsan ên hedefgirtina nuqteyên me yên ewlehiyê, derxistina fitneyê û afirandina rewşeke ne aram ji bo şêniyên herêmê yek kêliyê dudilî nabin. Em teqez dikin ku em ê bi hêz bersiva van kiryaran bidin.”