Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe 2021-04-20 18:50:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Şengaliyan pêşiya artêşa Iraqê ku dixwest derbasî gundê Gir Zerikê bibe, girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Artêşa Iraqê danê êvarê xwest derbasî gundê Gir Zerikê bibe ku dikeve başûr-rojavayê Şengalê. Li ser vê hewldanê, gelê gund derket ser rêya artêşa Iraqê û nehişt ku derbas bibe. Welatiyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê jixwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîn e.   Welatiyên ku piraniya wan jin in û her diçe hejmara wan zêdetir dibe, rê li hatin û çûnê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   Çalakiya bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Şengalê” didome. Li aliyê din şêniyên gundên derdorê jî bi armanca piştgiriyê, Gir Zerikê.