Li Elkê gundek xistin karantinayê 2021-04-20 17:19:02   ŞIRNEX - Gundê Geliyê Gewda yê girêdayî navçeya Elkê xistin karantinayê.    Li gundê Geliyê Gewda yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber hejmara kesên pêketiyên Kovid-19'ê zêde bûne, gund kirin karantinayê û ji hêla cendirmeyan ve ketin û derketina gund hat qedexekirin. Têkîldarî mijarê ji hêla qeymeqamê navçeyê ve ev daxuyanî hat dayîn: "Ji ber zêdebûna pêketiyên Kovîd-19'ê gundê Geliyê Gewda, bi biryara Desteya Paqijiya Navçeyê, ji 20'ê Nîsana 2021'an saet 07:00'an ve biryara karantînayê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de, ketin û derketina gund hat qedexe kirin."