Yenî Yaşam formata xwe diguherîne 2021-04-20 16:38:43   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Yenî Yaşamê, bi dûrişmeya “Ji nû ve Jiyan dîsa jî Jiyan” di 22’ê nîsanê de bi formateke nû derkeve pêşberî xwînerên xwe.    Rojnameya Yenî Yaşamê, bi gotina “Ji roja destpêkê ve gotina me ji heqîqetê û pênûsa me ji rastiyê şaş nebû” di 22’ê nîsanê de serdemeke nû dide destpêkirin. Rojname, wê bi dûrişmeya “Ji nû ve Jiyan dîsa jî Jiyan” di 22’ê nîsanê de bi format, ebat û mîzanpajeke nû derkeve pêşberî xwînerên xwe. Rojnameya ku wê bi nûçeyên hê bêtir xwemalî, şîroveyên hê bêtir azad, nirxandinên xurtir kevneşopiya çapameniya azad bi pêşerojê re bîne cem hev wê hem li bayiyan hem jî li platformên medya dîjîtal be.