Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî 2021-04-20 13:38:28   AMED - Parlamenter Remziye Tosûn, muameleya nebaş û îşkenceya li şêniyên gundê Zorova hatibû kirin bir rojeva Meclîsê.    Eskeran di 14’ê nîsanê de bi hêceta ser diwarê rawestgeha îstasyonê ya gundê Zorava yê girêdayî navçeya Sûrê nivîsek hebû, bi ser gund de girtin. Eskeran li ciwanên gund dan û îşkence li wan kiribû. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn îşkenceya ku eskeran li ciwanan kiribû bir rojeva Meclîsê.    Tosûn, têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû pirsîn:    “* Gelo wezareta we ji vê rewşê agahdar e? Li gorî qanûnên heyî hêzên ewlehiyê sûc kirine. Gelo hûn ê derbarê hêzên ewlehiyê de tu lêpirsînê bidin destpêkirin?   * Li gel qedexekirina îşkenceyê ya peymanên navnetewî û destûra bingehîn jî sedema vî sûcê ku hêzên ewlehiyê kirine çi ye?   * Gelo lêgerîna ser welatiyan a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ya bêyî biryara darazê ne sûc e?   * Li ser gotinên dijminatî, cihekarî, polîtîkayên bêcezatiyê û tundiyê, polîtîkayeke Wezareta we ya çawa heye?   * Wezareta we li ser pêkanînên bêhiqûqî û kêfî ya hêzên ewlehiyê pozîsyoneke çawa digire. Gelo derbarê hêzên ewlehiyê yên ku behsa wan tê kirin lêpirsînek hatiye destpêkirin?   * Di 10 salên dawî de çend hêzên ewlehiyê yên sucên îşkence, mûameleya nebaş, heqaret, gefa li azadiya mirovan, cihekarî û heqareta li bîranîna kesan hatiye kirinê hene? Çend hêzên ewlehiyê yên ji van sûcan tên darizandin an jî hatine cezakirin hene?”