Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan 2021-04-20 11:32:25   AMED - Li Licê di oprasyona leşkerî de 3 şivan hatibûn binçavkirin û hatin berdan. Şivan ji ber sîxûrî li wan hatiye ferzkirin û bi gefên kuştinê re rûbirû mane dest ji şivaniya van gundan berdan û zivirîn bajarên xwe.    Li çoltera gundê Dêrxûs û Huseynîk ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 14’ê nîsanê de operasyona leşkerî dest pê kiribû. Di vê operasyonê de şivanên bi navê Diyar Sûlûcan, Berat Alageyîk û Eyup Ozkan û kesek din di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Diyar Sûlûcan di heman rojê de hat berdan û her sê kesên din jî di 16’ê nîsanê de piştî îfade dan qerqolê û dozgeriyê hatin berdan.    KÊR DANE SER QIRIKA WAN Û GEFA KUŞTINÊ XWARIN E    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; şivan di binçavan de bi îşkenceyê, gefên kuştinê û lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû mane. Leşkeran kêr dan qirika şivanan û vê gefa kuştinê li wan xwarin: “Cihê HPG’iyan bêjin. Hûn her tim li wan deran digerin. Hûn cihê wan dizanin. Hûn ji wan re xwarinê dibin.”    SÎXÛRÎ LI ŞIVANAN HATIYE FERZKIRIN    Di binçavan de leşkeran bi van gotinan sîxûriyê li şivanan ferz kirin: “Ji me re bibin alîkar, em ê jî ji we re bibin alîkar. Ji me re bibin alîkar ku hûn di şertên baş de bijîn. Yên ji me re dibin alîkar piraniya wan li cihê wek Dîclekenta Amedê dijîn. Heke hûn ji me re nebin alÎkar hûnê div an şertên nebaş de bijîn.”   Hat zanîn ku sê şivanên ku hatin berdan li bayê bezê dest ji kar berdan û vegeriyan bajarên xwe.    CERDEVAN DARAN DIBIRIN    Li aliyekî li vê deverê operasyon hat destpêkirin û li aliyê din jî bi beşdariya cerdevanên ji navçeya Pasûrê anîn darên li derdorê hatin birîn. Dar bi xîzara daran hatin birîn û li kamyonan hatin barkirin û birin. Miduriyeta Daristanê ya Amedê da zanîn ku birîna daran bêyî agahiya wan pêk hatiye.    BIRYARA BIRÎNA DARAN JI RIHAYÊ HATIYE DAYÎN    Li gorî agahiyên ji parêzvanên mafê mirovan hatine bidestxistin; biryar ango destûra birîna daran ji Miduriyeta Daristanan a Rihayê hatiye wergirtin. Hat zanîn ku bi hêceta “firikandina qada daristanê” birîna daran pêk anîne.    BI BIRÎNDARÎ DERKET HOLÊ    Wezareta Karên Navxweyî derbarê operasyonê de daxuyanî dabû û agahiya ku 2 endamên HPG’ê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane parve kiribû. Pişt re fotografê endamê HPG’ê Abulsittar Ozer ku destên wî ji paş ve kelemçekirî bûn, tazî kirine û birîndar hatiye desteserkirin derket holê. Li gorî daxuyaniya wezaretê Ozer ê hatibû kuştin sax derket holê. Ozer li nexweşxaneyê tê dermankirin. Dadehê daxwaza malbata Ozer a hevdîtinê jî red kir û nehişt malbat lawê xwe bibîne.    GUNDÎ: EM GEFAN RE RÛBIRÛ DIMÎNIN    Şêniyên gundan ji ajansa me re ragihandin ku ew ji ber operasyonê sê rojan nikaribûne ji malên xwe derkevin û gundên wan her  tim dorpêçkirî ne, her tim bi gefan re rûbirû dimînin û mîsogeriya wan a jiyanê nîne. Şêniyan gundan diyar kirin ku piştî operasyonê leşker paş de vekişiyan e lê belê maşîneyên zirxî li herêmê digerin û ji bo endamên HPG’ê werin tespîtkirin li gelek deveran fotokapan hatine bicihkirin. Tê gotin ku dibe dîmen bi van fotokapanan hatibe girtin û li ser vê îhtîmalê operasyon hatibe destpêkirin.