Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan 2021-04-20 11:15:39   STENBOL - Karkerên Sînboyê duh xwestibûn ku li pêş kargehê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyê bidin lê polîsan mudaxaleyî wan kiribû û 5 kes binçavkiribûn. Ji van 5 kesan 4 jê hatin berdan û rojnamevanek hêj di bin çavan de ye.   Karkerên ku di Kargeha Sînboyê ya li navçeya Avcilar a Stenbolê dixebitîn û li dijî şertên xebatê yên nebaş derbasî sendîkayê bûbûn, bi Kod-29’ê ji kar hatibûn derxistin. Karkeran li dijî vê dest bi çalakiyê kiribûn û duh xwestibûn ku li pêş kargehê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta pandemiyê mudaxaleyî wan kiribû û di mudaxaleyê de karkereke Sînboyê, nûnerekî sendîkayê û 3 rojnamevan binçav kiribûn. Karkera Sînboyê Dîlbent Turker, Nûnerê Sendîkaya Hemû Karkerên Metal û Otomotivê (TOMÎS) yê Stenbolê Onûr Eyîdogan, Nûçegihanê Kizil Bayrakê Kardelen Yogûngan, Nûçegihanê Ozgur Gelecekê Taylan Ozgur Oztaş ên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên Miduriyeta Polîsan duh bi şev hatin berdan. Nûçegihana Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal a di mudaxaleyê de hatibû binçavkirin jî bi hinceta ji ber dosyayeke wê ya din lêgêrîna wê heye li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tê ragirtin. Tê payîn ku dê îro Unal derxînin dozgeriyê.