Ev gund hem heye hem tune ye! 2021-04-20 09:00:54 RIHA - Li Gerger a girêdayî Taxa Dîcle ya Sêwregê ne av ne jî qenalîzasyon heye. Dewlet ji wan re dibêje, ji ber ku "hûn tune ne em nikarin xizmetê bikin."  Li Gerger Sêwregê, 130 sal in ne av heye ne jî pergala qenalîzasyonê. Şêniyên Gergerê anîn ziman ku ji roja ku Gerger hatiye avakirin heya niha di warê av û qenalîzasynê de tu xizmeta wan nayê kirin. Welatiyan diyar kirin ku dewlet ji wan re dibêje "hûn tune ne" lewma xizmetên bi vî rengî nayên kirin.    Gerger girêdayî Taxa Dîcle ya Sêwregê ye. 12 mal lê hene û nifûsa wê 80 kes e. Şêniyên wê tirkmen in. 130 sal berê ji navçeya Gerger a Semsûrê koçî Sêwregê kirine. Zimanê wê wan ê zikmakî tirkî ye, lê şêniyên taxê bi zaravaê kurmancî û zazakî yên kurdî jî dizanin. Debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Ji ber av tune ye, nikarin çandiniyê bikin. Pirsgirêkên sereke yên taxê av, rê û qenalîzasyn e. Ceryan di sala 1997'an de hatiye taxê.    130 SAL IN TU XIZMET TUNE YE    Dervîş Gonullu, anî ziman ku heya niha gelek caran serî li saziyên eleqedar dane, lê belê tu tişt nehatiye kirin û got: "Gundê me, wekî Malên Komî tê hesibandin. Tu xizmet ji bo wê nayê kirin. Mehek din ê ava bîran biqede. Em nizanin em ê çi bikin. Qenalîzasyon tune ye. Ji bo gundê me dibêjin 'ne jîngeh e, di nexşeyê de tune ye, em nikarin xizmetê bikin.' 130 sal in tu xizmet nayê kirin. Em pir nêzî Sêewregê ne, lê hê jî ava me tune ye."    DI NEXŞEYÊ DE TUNE YE!    Recep Gonullu jî anî ziman taxa wan taxeke bêstatu ye û got: "Midûriyeta Xizmetên Gundan ji bo mre got, 'hûn di nexşeyê de tune ne.' Û gotin, lewm em nikarin xizmetê bikin. Paşê em çûn şaredariyê. A rast em girêdayî şaredariyê bûn. Wan jî ji me re got, 'hûn derî îmarê ne, em nikarin xizmetê bikin.' Ne xizmetên gundan ne jî şaredariyê em qebûl nekirin. Em diçûn eskeriyê. Me bac dida. Lê em qebûl nedikirin. Herî dawî me li ber Taxa Dîcleyê qeyd kirin. Cardin me ji bo avê seîr lê da. Lê dîsa jî hel nekirin. Car heye serê sibehê av tune ye em ser çavê xwe bişon. Jiyaneke bê av. Tu pêwendiyeke me ya siyasî tune ye. Wer xuya ye em ji ber vê tên cezakirin."    Gonullu, destnîşan kir ku gava baran baş bê av heye, lê gava neyê bîrê wan jî ziwa dibin û ji mecbûrî diçin avê ji gundên derdorê tînin. Gonullu, bilêv kir ku herî zêde havînan zehmetiyê dikişînin. Gonullu, anî ziman ku ji Karên Av û Qenalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hin rayedar hatin û raporek amade kirin û got: "Me ji wan re got, 'ava me tune ye.' Wan jî rapor hazir kir ku li gund pirsgirêka ava vexwarinê heye. Rayedarê hat ji min re got, 'Min rapor baş nivîsand, lê ne li benda tiştekî bin. Peywira min, amadekirina raporê ye. Torpîlekê bibînin. Hin kesan têxin navê.' Ma em torpîlê ji ku bibînin. Tu eleqeya me bi tiştên wisa tune ye. Her sal me eware dikin."    HEYWAN TÎ NE    Ferît Gonullu jî diyar kir ku ji roja ku gund hatiye çêkirin heya niha ev pirsgirêk heye û got: "Heywanên me tî ne, av tune ye."    Gonullu, da zanîn ku şaredariyê ji bo çareserkirina prisgirêka avê di sala 2017'an de îhaleyek çêkirie, lê dîsa jî tiştek jê derneketiye û cardin av nehatiye. Gonullu got: "Ewilî gotin em ê sondajê lêxin. Dîsa jî av nehat. Avê birin gundên alîgirên xwe. Lê sondaj li gundê me nexistin. Ma jiyaneke bê av dibe? Midûrê ŞÛSKI'yê Omer Aksoy ji min re got, 'Burokrasî li ku ber sondaj jî li wir e. Di destê burokrasiyê de ye.' Di sala 1997'an de ceryan hat gundê me. Ji ber av tune ne, em nikarin erdên xwe bajon."    Rojda Gonullu jî anî ziman ku ji bo karê malê avê bi metere û qofeyan dikişînin û got: "Em bi vî awayî karê xwe yê malê dikin. Em pir xerc nakin. Em nikarin xaliyên xwe tim bişon. Tê bîra min nayê bîra min wiha ye. Bila vê bînin. Av ne tiştekî wisa ye ku nikaribin bînin."    MA / Bariş Polat