Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî! 2021-04-20 09:00:50 RIHA - Kesên li herêma Qerejdaxê debara xwe bi sewalvaniyê dikin gotin: "Berê me bi satilek mast, kîsek êm dikirî. Niha satila mast bûye 30 lîre, lê kîsek êm bûye 140 TL."  Li herêma Qerejdaxê ya navçeya Sêwreg a Rihayê, welatiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, nerazîbûna xwe ya ji bo fiyetê derman û kayê anîn ziman. Welatiyan destnîşan kir ku êdî nikarin ji bin mesrefên heywanan rabin.    HER TIŞT BÛYE DU QAT    Nedîm Kizoglû ku 20 sal in li gundê Dehra Reş sewalvaniyê dike, anî ziman ku li gund 5 hezar dewar û pez hene. Kizoglû, diyar kir ku ji ber krîza aborî mesrefê wan du qat zêde bûye û got: "Kîsê êm ku berê me bi 50-70 lîreyî distend, niha bûye 130-140 lîre. Kîloya ceh bûye 2 lîre. Vê zivistanê em pir xisirîn. Tu qezenceke sewalvaniyê nemaye. Em dixisirin. Berê fiyetê êm, ka û ceh erzan bû. Lê du sal in pir biha bûye. Êdî em nizanin em ê çi bikin."    XELAS NAKE!    Kizoglû, destnîşan kir ku ji bo nexisirin divê fiyetê mesrefê dikin kêm bibe. Kizoglû, anî ziman ku heger fiyet kêm nebin, dê nikaribin sewalvaniyê bikin. Kizoglû, da zanîn ku dewlet tenê ji bo golikan alîkariya wan dike, lê belê divê ji bo heywanên din jî destekê bide wan. Kizoglû got: "Îsal tenê şîr biha bûye. Ev jî dê du mehan dewam bike. Her tişt biha bûye, lê fiyetê heywanên me wek xwe ne. Lê xwedîkirina heywanan pir zehmet bûye. Mesref zêde bûye, êdî me xelas nake."    QEZENCA WÊ TUNE YE    Haci Saîd Karaca jî anî ziman ku per mih xwedî dikirin, lê piştî mesref zêde bûne dest bi xwedîkirina dewaran kiriye. Karaca, bilêv kir ku xwedîkirina mihan ne zehmet e, lê tu ji havînê ve dest pê dikî û êm didî wan û got: "Ev jî zêdeyî quweta min bû. Berê satilek mast têra kîsek êm dikir. Niha satila mast bi 30 TL'yî ye, lê kîsê êm bi 140 TL'yî ye. Di van şert û mercan de xwedîkirina heywanan pir zehmet bûye. Qezenca wê tune ye, em perîşan bûne."    CEH, KA, ÊM....   Karaca, da zanîn ku berê fiyetê kayê bi 50 qurîşî bûye, lê niha bûye lîre û nîv û kîloya ceh jî ji 60 qurîşî bûe lîre û 80 qurîş. Karaca got: "Me kîsê kapekê bi 10 lîreyan distend. Niha bûye 55 lîre. Fiyet du qat zêde bûne. Em ji serê sibehê heya êvarî êm didin heywanan. Fiyetê dermanan jî pir biha bûyye. Gava tu heywanekê dibî cem beytar, mesrefê wê ji yê mirovan zêdetir e."    TIŞTEK DI DEST WAN DE NAMÎNE    Karaca, bilêv kir ku mesref zêde bûne lê fiyetê heywanan erzan e û got: "Fiyetê goş biha bûye, lê bandorê li me nake. Li rojavayê welêt fiyetê çêlekekê bi 20 hezar lîreyî ye. Lê em li vir çêlekê tevî golika wê bi 4 hear lîreyî difiroşin. Heywan jî pere nake. Heqê keda me bi dest me nakeve. Êdî em nikarin heywanan xwedî bikin."    MA / Bariş Polat