341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-04-19 20:03:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 55 hezar û 149 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 341 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 55 hezar û 149 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 36 hezar û 267 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 4 milyon û 323 hezar û 596.