Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê 2021-04-19 16:33:43   ENQERE - HDP’ê, ji bo Fahrettîn Şahîn ê 30 salin girtiye û bi hinceta “Rewşa baş nîne” nayê berdan, daxwazname da Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê.   Endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê û wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, ji bo Fahrettîn Şahîn ê 30 salin girtiye û bi hinceta “Rewşa baş nîne” nayê berdan, daxwazname da Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê.   Kûrtûlan, di daxwaznameya da de wiha got: “Qanûna “Rewşa Baş” a Lijneya Îdarî û Çavderiyê ya Girtîgehan  di 1’ê Çileyê de ket meriyetê. Gelek girtî ji ber vê qanûnê nayin berdan. Fahrettîn Şahîn ê 30 salin girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne ji ber vê hincetê nayê berdan. Di encama nirxandinên ne şênber û objekîf ên Lijneya Îdarî û Çavderiyê ya Girtîgehê de, Şahîn nayê berdan û cardin hatiye cezakirin. Em dixwazin ku komîsyon vê qanûnê lêkolîn bike û xebatên pêwîst bi rêve bibe.”