Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-04-19 14:24:36   RIHA - Jinên HDP’î û HDK’î çûn serdana Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya “edaletê” li dar dixin.    Emîne û Ferît Şenyaşar ku 3 ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kiribûn, 42 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” çalakî li dar dixin. Malbata Şenyaşar roja şemî û yekşemê ji ber qedexeya derketina derve neçûn ber edliyê. Vê sibê malbat dîsa hat ber edliyê û çalakiya xwe domand.    Serdana ji bo malbatê jî berdewam dike. Jinên parlamenter û rêveberên HDP’ê û HDK’ê serdana malbatê kirin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Dayikên Aştiyê di nava şandeyê de cih girtin û serdana xwe di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet” pêk anîn.    HER ROJ XWESTEKA EDALET   Di serdanê de Emîne Şenyaşar lorand û destnîşan kir ku êdî ew nikare vê zilmê îdare bike û xwest edalet pêk were.    Ferît Şenyaşar jî jî anî ziman ku ew bi biryardar in, her roj edaletê dixwazin û heta edalet pêk were wê li vir çalakiya xwe bidomînin.    ‘WÊ KUJER CEZAYÊ XWE BIKIŞÎNIN’    Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû axivî û diyar kir ku di şertek wiha de daxuyanî dayîn jî zilmek mezin e û tevî ku her tişt tespîtkirine jî lê dîsa edalet pêk nayê. Ûgûrlû destnîşan kir ku heke pir dirêj jî berdewam bike wê heqîqet cihê xwe bibîne û kujer wê cezayê xwe bikişînin û ev kes ji aliyê civakê ve hatine cezakirin û kes wan efû nake. Ûgûrlû anî ziman ku ew ji êş û kesera malbatê baş fêm dikin û ew ê her li cem malbatê bin û daxwaza edaletê bikin.    Endamên şandeyê piştî daxuyaniyê kêliyek li cem Emîne Şenyaşar rûniştin û piştgirî dan çalakiya edaletê.