Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn 2021-04-18 19:31:25   NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara pêketiyên covîd-19’yê yên di navbera 10-16’ê nîsanê de li gorî bajaran di 100 hezar kesî de hatiye dîtin hatin aşkerakirin.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, hejmara pêketiyên covîd-19’yê yên di navbera 10-16’ê nîsanê de li gorî bajaran di 100 hezar kesî de hatiye dîtin aşkera kir. Li gorî daneyên hefteyê bajarê ku herî zêde mirov lê pêketine Çanakale û bajarê ku herî kêm mirov lê pê ketine jî Şirnex e. Li gorî daneyan di nav hefteyê de li Stenbolê 920 hezar û 57 kes, li Enqerê 534 hezar û 14 kes û li Îzmîrê jî 351 hezar û 97 kes bi covîd-19’yê ketine.