Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn 2021-04-18 09:00:54 RIHA - TÎGEM'a Serêkaniyê, piştî hatina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî, dest datîne ser heywanên gundiyan.  Midûriyeta Kargehên Çandiniyê (TÎGEM) a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, hem mêrgên gundên li derdorê qedexe kiriye hem jî koçberiyê ferz dike. Her wiha bi hinceta "qedexeyê binpê dikin" dest datîne ser heywanên gundiyan. Gava gundî doza heywanên xwe dikin, TÎGEM çend rojan êm dabe wan, ew qasî cezayê pereyî li wan dibire. Gava mihek têkeve nav erdê TÎGEM'ê, ji bo rojekê 250 TL li xwediyê wê mihê tê birîn.    Hat diyarkirin ku hîn jî nêzî 80 heywan li şantiyeyên TÎGEM'ê girtî ne û ji ber ku baş nayên xwedîkirin hin jê mirine.    SOYLÛ HAT QEDEXE ZÊDE BÛN    Gundiyan anîn ziman ku piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî di 4'ê Kanûnê de hatine navçeya Serêkaniyê, qedexe zêdetir bûne.    MÊRG TÊN ÇANDIN    Kargeha Çandiniyê ya Serêkaniyê, xwedî milyon û 634 hezar dekar erazî ye. Ev erazî, li cîhanê tekane eraziyê herî mezin ê yekperçeyî ye. Mêrgên li derdorê diajo.    Şêniyên gundê Xidirxelef, Ûmeyra, Emûşa Jêr, Emûşa Jor û Offayê bi salan e debara xwe bi sewalvaniyê dikin, lê ev 4 sal e tahde li wan tê kirin.    HEYWAN DIMIRIN    Sewalvan Îbrahîm Çîn ku li gundê Ûmeyrayê sewalvaniyê dike û 500 pezên wî hene, anî ziman ku gava heywanên wan Çemê Circipê derbas dikin, TÎGEM dest datîne ser wan. Çîn got: "Ewlekar heqaretê li me dikin. Car heye gazî eskeran dikin û li me dixin. TÎGEM dest datîne ser heywanên me û gava em dixwazin ceza li me dibire. Heywanên tên desteserkirin gelek jê ji ber bêxwedîtiyê nexweş dikevin û dimirin."    Çîn, bilêv kir ku bi sedan şêniyên gundên nêzî çem debara xwe bi sewalvaniyê dikin û got: "Heger em sewalvaniyê nekin, em ê ji bîrçîna bimirin. Berê sewalvaî baş bû. Heywan diçûn mêrgê. Me êm nedikirî. Lê piştî van qedexeyan em nikarin biçin mêrgê. Fiyetê êm jî pir biha bûye. Her roj biha dibe. Cejna Qurbanê hindik maye, lê hê jî rûyê me nakene. Li van deran gelek kesan heywanên xwe firotin. Gava sewalvaniyê nekim, mecbûr ez ê koç bikim."    LI KUÇEYAN DIÇÊRIN   Şêniyê gundê Xidirxelefê Temel Aykût ku 30 sal in sewalvaniyê dike, anî ziman ku li herêmê sewalvanî nemaye û got: "Ceza dibirin. Ma em qezenc dikin ku em van cezaya bidin. Em dixwazin sewalvaniyê bikin, lê ger wisa dewam bike em ê dev jê berdin."    Şêniyê gundê Emûşa Jêr Îsa Yeloglûyê 56 salî jî anî ziman ku li gund 80 mal hene û her malê 40-50 mihên wan hene. Yeloglû, bilêv kir ku TÎGEM bi hinceta "heywan zirarê didin darên fisteqn" têl danîne derdorê û got: "Derdora erd girtin. Lê cihê girtine, hema bibêje dar lê tune ne. Hemû mêrg e. Ma heywan li wê mêrgê biçêrin ê ne çêtir be?"    GIRTÎGEHA VEKIRΠ   Şêniyê gundê Emûşa Jêr Alî Aslanê 50 salî jî bilêv kir ku ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike. Aslan, destnîşan kir ku ceza li wî jî hatiye birîn û got: "Ji mecbûrî em li nav gund diçêrînin. Ji dêvla ku dewlet aliyê me bike, me dixe girtîgehê. Hatime vî umrî min tiştek wis anedîtibû. TÎGEM, dibêje ev erdên min in. Ka tapo? Mêrgê dagir kiriye û bi vî awayî tahdê li gel dike. Ev çend meh e, eynî wekî leymonê me diguvêşin. Li her malê çend xwendekar hene. Qedexekirina mrêgan, tê wateya mexdûrkirina xwendekaran."    KOÇBERIYÊ FERZ DIKE    Li gundê Offê 300 kes hene. Lê TÎGEM dixwaze gund vala bike. Şêniyê gund Ekrem Çakir ê 20 salî got: "TÎGEM, heywanên li ber malên me jî dibe û ceza li me dibire. Heywanên li nav erdên neajotî jî dibin. Ev der li me kirine zindan. Hizûr nemaye."    Çakir, anî ziman ku gorên kalên wan li gund in û got: "Ev gund ji roja ku hatiye avakirin heya niha şêniyên wê debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Heywan birçî ne. Êm tune ye. Ne tenê gundê me, li derdorê 400-450 gund hene. Hemû sewalvaniyê dikin. Dibêjin em ê xaniyên we xera bikin. Dixwazin em jê derkevin. Em ê biçin ku? Ji bo em koç bikin çi ji destê wan tê dikin. Piştî Suleyman Soylû hat, zext û zorî zêde bûn. Bila ji me re çareyekê bibînin."    MA / Emrûllah Acar