Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î 2021-04-18 09:00:52 WAN / GÎRESÛN - Endamên sendîkayan bertek nîşanî lêpirsîna ewlehiyê dan û gotin: "Bi vê peyama 'an hûn ê bibin AKP'î an jî hûn ê piştgiriyê bikin' tê dayîn."  Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), "Teklîfa Qanûna Lêpirsîna Ewlehiyê" betal kiribû. AKP'ê jî di meha Adarê de cardin heman qanûn berpêşî Meclîsê kiribû. Lê bi dengên partiyên muxalefetê hatibû redkirin. Lê belê AKP'ê bi hinceta ku dengdayîn dijî tuzuka navxweyî hatiye kirin îtiraz kiribû û piştî vê îtirazê teklîf cardin berpêşî Meclîsê hatibû kirin û vê carê bi dengên AKP û MHP'ê hatibû qebûlkirin û duh di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bû qanûn.    Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), teklîfa navbirî nirxandin.    Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê yê Wanê Yûnûs Haylaz, destnîşan kir ku armanca vê "qanûnê" ew e ku kesên wek wan nefikirin û tevngerin neyên şixulandin. Haylaz got: "Mesela em bêjin kesekî/e di ezmûnê de 100 puan stendiye, dibe ku kesên di komîsyonê de sifir bidinê. Yanî di ezmûnê de yekemîn bûe, lê wê bibe ê dawî." Haylaz, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze saziyên dewletê hemûyan têxe bin banê xwe û bi feraseta "tu ne ji me bî, heqê te tune ye" tevdigere.    Haylaz got: "Em van pêkanînan qebûl nakin. Ê konfederasyon ji bo betalkirina vê qanûnê serî li AYM'ê bidin. Em rêxistinên sivîl em ê heya dawiyê li ber vê qanûnê rabin."    PEYMA 'DIVÊ HÛN AKP'Î BIN'    Serokê Sendîkaya Egîtîm-Senê Mûrat Atabay jî destnîşan kir ku a tê kirin "fîşkirin" e. Atabay got: "Bi fîşkirinê pêşî li ber kadroyên xwe vedikin. Vê peyamê didin kesên ne ji xwe: 'An hûn ê bibin AKP'î an hûn ê piştgiriya wê bikin û an jî hûn ê li ber neheqî û bêhiqûqîtiyên ku AKP dike deng ji xwe dernexin. Ya na ne hûn ne jî zarokên we dê nikaribin di saziyên dewletê de bixebitin.' Dê vê yekê ji bo tepisandina gel bikarbînin."    Serokê Egîtîm-Sen a Gîresûnê Ergun Onal jî destnîşan kir ku qanûna navbirî "antî-demokratîk" e û bi vê qanûna bingehîn tê binpêkirin. Onal got: "Ev bêhiqûqîtî darbeyek e li himberî demokrasiya Tirkiyeyê. Berê jî hatibû kirin. Meclîsê ev qanûn red kir, lê îqtidarê qebûl nekir û ji bo sûcên xwe rewa bikin cardin berpêşî meclîsê kirin û dan qebûlkirin."    MA / Ozlem Yayan - Tolga Guney