Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye 2021-04-18 09:00:51 COLEMÊRG - Parêzerê OHD'î Onûr Duşunmez anî ziman ku li Colemêrgê sedema binpêkirinên mafan ên tê gotin "li gorî mewzûatê" ne, polîtîkaya bêcezakirinê ye. Duşunmez, destnîşan kir ku dê darazeke serbixwe karibe pêşî li ber van binpêkirinên mafan bigire.  Yek ji bajarên ku herî zêde mafê jiyanê lê tê binpêkirin jî Colemêrg e. Qedexeyên Rewşa Awarte ku piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an de hatbû ragihandin, hîn jî didomin û 15 rojan carekê tên taloqkirin. Di 4 salên dawî de li bajêr Şeralî Derelî, Cedat Ekîncî, kerîmhan Zerender û Adem Kûyûmcû bi destê esker û polîsan hatibûn kuştin û gelek kes jî hatibûn birîndarkirin. Dewletê ji bo van mirin û birîndarkirinan gotibû "li gor mewzûtê" hatine kirin. Her wiha li bajêr ji ber teqîna hin cismên û eciqandina wesayîtên zirxî jî heya niha gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Herî dawî di 1'ê Nîsaê de wesayîta zirxî li Nîhat Şerzan Akdoganê 12 salî qelibîbû û ew birîndar kiribû. Esker û polîsên ku dibin sedema van pêkanînan jî hema bibêje nayên darizandin.    Endamê Komelaya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Onûr Duşunmez, binpêkirinên mafan ên li bajêr nirxandin.    LÊGERÎNA TAZΠ   Parêer Duşunmez, destnîşan kir ku di bûyerên ku bi destê polîs û eskeran çêdibin de, polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê û bal kişand ser girtina Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seyhan Başak ku lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin. Duşunmez got: "5 rojan li midûriyeta polîsan ma, lê li girtîgehê lêgerîna tazî lê hat ferzkrin. Ev nayê qebûlkirin. Mixabin di tiştên wisa de esker û polîs nayên cezakirin."    'ÎFADE JÎ NAYÊ GIRTIN'    Duşunmez, bibîr xist ku li Geverê piştî qedexeya derketina kolanan bi "hinceta şer" gelek maf hatine binpêkirin û got: "Ji ber şerê bi rêxistinê re, bi destê dewletê sivîl hatin kuştin û malên wan hatine xirabkirin. Heya niha derbarê vê binpêkirinê de tiştek nehatiye kirin. Ji lew re em baş dizanin li Tirkiyeyê ji bo tiştên wisa tu tiştek nayê kirin. Herî dawî wesayîta zirxî li kurê Hevserokê HDP'a Geverê qelibî. Lê belê wekî qezayeke trafîkê ya jirêzê be hat nirxandin û tenê îfadeya ajovan hat girtin. Mixabin derbarê polîsê ajovan de tiştek nehat kirin."    BÊCEZATΠ   Duşunmez ku got "Me di 2016-2017'an de li Colemêrgê dît bê bi panzêrê çawa serê mirovan hatin eciqandin. Lê tiştek jî nehat kirin" anî ziman ku daraz van binpêkirinên mafan rewa dike. Duşunmez got: "Mixabin gava kesên sûc dikin polîs û esker bin, derheqê wan de tiştek nayê kirin. Ev ek mafê me yê jiyanê binpê dike. Bi polîtîkaya bêcezatiyê binpêkirinên mafan didomin. Mesela, gava panzêr pêl kesekî/ê dike, kirar wekî ku heqê wî bî tevdigere."    DARAZA SERBIXWE   Duşunmez, destnîşan kir ku kesên ku qesda canê gelek kesan kirine li derve ne û bi rihetî digerin, lê kesên ji ber fikrên xwe hatine girtin jî bi hezaran e. Duşunmez got: "Pêşîlêgirtina binpêkirinên mafan bi darazeke serbixwe pêkan e. Divê refleksa darazê ji ya dewletê wêdetir be. Daraz, ne baxçeyê hikûmetê ye."