Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin 2021-04-18 09:00:50 ENQERE - Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê Erdal Aydemîr, anî ziman ku hemû liv û tevgerên parlementerên HDP'î dibin mijara fezlekeyan. Aydemîr, destnîşan kir ku dozgerên ku lêpirsînan didin destpêkirin û fezlekeyan amade dikin, li gorî hiqûqê tevnagerin û karê xwe xirab dikin.  Di serdema 27'an a Meclîsê de destnedayîna parlementeran hatibû betalkirin. Ji wê çaxê heya niha gelek fezleke hatine amadekirin û ji van fezlekeyan 986 jê derbarê parlementerên HDP'î de ne. Daxuyaniyên çapemeniyê, çalakî û parvekirinên medyaya civakî yên HDP'iyan hemû dibin mijara fezlekeyan.    Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel di 21'ê Cotmeha 2019'an de binçavkirina Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz şermezar kiribû. Ji ber vê derbarê wê de fezleke hat amadekirin. Ji ber parvekirineke medyaya sosyal a derbarê Kemal Kûrkût de jî derheqê Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî de fezleke hat amadekirin. Derbarê Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûnê de jî bi hinceta li ber avahiya HDP'ê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek daye fezleke hat amadekirin.    Ji ber konferansa "Krîza Rojhilata Navîn û Çareseiya Neteweya Demokratîk" a di 27-28'ê Cotmehê 2018'an de li Amedê hatibû lidarxistin, derbarê Aydemîr de fezleke hat amadekirin. Lê belê Aydemîr tevli vê konferansê nebûye.    Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê û Parlementerê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr, fezlekeyên tên amadekirin nirxandin.    Aydemîr got: "Ez tevli konferansê nebûme, lê wekî li wir bim fezleke hatiye madekirin. Ev bi xwe jî nîşan dide ku bê daraz çi qasî di bin nîrê îqtidarê de ye. Dev ji vê jî berde, tê gotin gava Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axiviye, çima te mudaxile nekiriye. Ev tişta soret jî rewşa daraz û îqtidara siyasî ya Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav dide der." 7   'DARAZ MIRIYE'    Aydemîr, destnîşan kir ku bi awayekî bêhiqûqî derbarê parlementeran de lêpirsîn tên destpêkirin û mensûbên darazê bi saîqên siyasî tevdigerin. Aydemîr, anî ziman ku hemû liv û tevgerên parlementerên HDP'î dibin mijara fezlekeyan û got: "Êdî em dikenin. Gava parlementerên HDP'ê devê xwe vedikin, demildest derbarê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Ev jî dibin fezleke."   Aydemîr, anî ziman ku dozgerên ku lêpirsînan didin destpêkirin û fezlekeyan amade dikin, peywira xwe li gor hiqûqê nakin û got: "Peywira xwe xirab dikin. Bi awayekê bê delîl, tevdigerin. Wisa difikirin ku gelo Serokê Giştî ê AKP'ê Erdogan bûna ê çi bifikiriya û li gor vê îdianameyan û fezlekeyan amade dikin. Bi rastî jî ev tê wateya ku daraz bi destê îqtidarê hatiye kuştin. Êdî daraz miriye."    BANG LI ŞENTOP KIR    Aydemîr, gotinên Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop bibîr xistin ku gotibû "ev qas fezleke cihê xemgîniyê ne" û got: "Şentop jî dibêje ev qas fezleke zêde ne. Em jî bang li wî dikin; Ji kerema xwe bi rêya Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê ji wan re bibêje bila derbarê hemû liv û tevgerên parlementerên HDP'î de fezlekeyan amade nekin. Rêya herî rast ev e. Demokrasî, hiqûq û demokratîkbûyîna darazê bi xurtkirina muxalefetê pêkan e. Dê cardin demokrasî bê Tirkiyeyê û em ji bo vê dixebitin."    MA / Dîren Yûrtsever