Dayika Aştiyê Muhlise Kina ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2021-04-17 22:13:05     ÊLIH - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Muhlise Kina ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Muhlise Kina ya 55 salî, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Hefteyek bû Kina li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê dihat tedawîkirin. Kinayê vê êvarê koça dawî kir.    Malbat û xizmên Kinayê, cenazeyê wê birin Goristana gundê Tilmis ê girêdayî navenda Êlihê û veşartin. Dayikên aştiyê û rêveberên HDP'ê beşdarî merasîma cenaze bûn.    Dayika Muhlise Kina, nêzîkî 15 salan di bin banê Meclîsa Dayikên Aştiyê de xebitîbû. Her wiha di gelek çalakî û şahiyên ji bo aştiyê de jî tim li refên pûş bû.