Roviyên girtiyê nexweş Ayik dirizin 2021-04-17 14:39:25 ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê roviyên wî dirizin û xwest demildest serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî” ji ber pandemiyê bi awayekê onlîne li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimîne. Endamê Komîsyona Girtîgehê Ahmet Çîçek, rewşa Devrîm Ayik vegot.    Çîçek, diyar kir ku Ayik ê nexweş di Kanûna 2019’an de bi şert hat berdan û di Çileya 2021’an de cardin hat  girtin û wî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê şandin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê. Çîçek, da zanîn ku ayik nexweşê giran ê Crohnê ye û wiha got: “Ji ber şertên girtîgehê, nexweşiya Ayik lê giran bûye, rewşa wî gihaye sînorê mirinê û roviyên wî dest bi rizînê kirine. Ji bo ku Ayik karibe li derve bê dermankirin û rewşa wî baş bibe divê demildest bê berdan.”