Aydenîz: Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe nikare bibe îqtidar 2021-04-17 09:14:48   MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku partiyên muxalefetê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên erênî navêjin û got: “Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe tu şansê wê nîne ku bibe îqtidar.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî di nav şandeya DBP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 9 rojan li bajarên herêma Çûkûrovayê bi gel re hatin cem hev û civînan li dar xistin û serdanên xwe pêk anîn. Aydenîz mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.    ‘DAXWAZA XELKÊ RAKIRINA TECRÎDÊ DE YE’    Aydenîz anî ziman ku niha ew bi tifaqek faşîst a AKP-MHP’ê re rûbirû ne û ev tifaq di serî de kurdan û tevahiya beşên civakî dixwaze bitepisîne û bihelîne. Aydenîz da zanîn ku ew ji bo li dijî polîtîkayên dijmanene yên îqtidarê rabin li herêma Çûkûrovayê serdanên xwe kirine û xeta rêxistinbûyînê ava kirine û di her serdanên wan de xelkê daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd jî Ocalan e.    ‘ÎQTIDAR BI XWE DARBEKAR’   Aydenîz bal kişand ser gotinên darbeyê yên AKP’ê ku her tim tîne ziman û got: “Dîroka Tirkiyê dîroka darbeyan e. Bi şirîkatiya AKP-MHP’ê 6 sal in darbeyên siyasî pêk tîne. A rast ew bi xwe darbekar in. Ji bo xwe li ser pêya bigirin her tim dikevin nav hewldanên ku wê darbe pêk were û siyasetê dikin.”    ‘TIFAQÊN TIRKIYÊ GEL HEMBÊZ NAKE’    Aydenîz anî ziman ku AKP bi gotinên darbeyê rojevên sûnî çêdike û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayek demokratîk neyê çareserkirin her tim rojevên sûnî çêdikin. Ev îqtidar ne îqtidara ku xelkê hembêz bike ye. Divê beriya her tiştî ji bo ku muxalefet bibe îqtidar pêdivî bi wêrekiya wê heye. Li Tirkiyê du tifaq hene, herdu tifaq jî Tirkiyê hembêz nakin. Tam di vir de jî pêwîste siyaseta rêya sêyemîn were avakirin. Pêwîste tifaqa demokratîk were avakirin. Tevahiya beşên civakê resterast wê xwe di nava vê tifaqê de bibînin.”    ‘DIVÊ MUXALEFET LI GUH BIDE DAXWAZAN’    Aydenîz destnîşan kir ku ji bo zemînek demokratîk pêwîstî bi tevgerek wêrek, biryardarî û hêvî heye û wiha domand: “Muxalefeta îro ya li Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk divê bi wêrekî tevbigere. Lazim e ku muxalefet di ferqa ziman, çand, nasname û daxwazên gelê kurd de be. Muxalefet ji bo pirsgirêka kurd diaxife û gotinan rêz dike lê belê ji bo birêz Abdullah Ocalan çi dibêje? Gelê kurd li qadên Newrozan bi eşkere peyama neqebûlkirina tecrîda li ser Ocalan da û daxzwaza statû û zimanê xwe kir. Lewma divê êdî muxalefet ne bi gotinên xapînok lazim e ku bi gavên şênber nêzî pirsgirêka kurd bibe. Gelê kurd pir eşkere dixwaze ku muxalefet bi tecrîdê, daxwaza statû û ziman re eleqedar bibe û van mijaran ji devê muxalefetê bibihîze. Êdî kurd ne kurdên berê ne.”    ‘BI WÊREKÎ NÊZ NEBIN ŞANSÊ WAN NÎNE’    Aydenîz destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlekarî û dijminane nayê çareserkirin û got: “Kurd bi şer, zext û tepisandinê wê dev ji mafên xwe bernedin. Divê êdî viya baş were zanîn. Ji ber vê yekê lazim e muxalefet jî di vê çarçoveyê de binêre. Li Tirkiyê yên ku hem siyasetê û hem jî îqtidarê diyar dikin gelê kurd e. Me di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an de dît. Kurd çawa ku li Rojhilata Navîn aktorên sereke ne, li Tirkiyê jî aktorên sereke ne. Heke li T irkiyê muxalefet dixwaze bibe îqtidar divê guh bide daxwazên gelê kurd û li gorî vê bi gavên şênber bersivê bide. Muxalefetek li Tirkiyê bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe, qet şansê wê ku bibe îqtidar nîne.”    ‘EM Ê DEST JI DESTKEFTIYAN BERNEDIN’    Aydenîz bal kişand ser fesixkirina Peymana Stenbolê û got ew ê qet û qet dest ji mafên xwe, deskeftî û Peymanê bernedin. Aydenîz destnîşan kir ku jin wê li dijî her cûre polîtîkayên zextan li ser pêya be û têkoşîna xwe mezin bike û pêwîstî bi têkoşînek topyekûn dibîne.    MA / Mehmet Şah Oruç - Hamdullah Kesen