Girtîgeh bi cezayên dîsîplînê dixwaze çalakiya girtiyan bitepisîne 2021-04-17 09:02:34 RIHA - Li Rihayê girtiyên di greva birçîbûnê de ragihandin ku dê dev ji daxwazên xwe bernedin û Parêzer Şehrîban Demîrel jî destnîşan kir ku îdareya girtîgehê dixwaze bi cezayê dîsîplînê çalakgeran bitepisîne.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 142 roj in didomin. Li girtîgehên jimare 1 û 2'yan ên Rihayê 80 girtî ji 27'ê Mijdara 2020'an çalakiya greva birçîbûnê didomînin. Niha koma 28'an di grevê de ye û girityan ragihand ku heya gaveke berbiçav neyê avêtin dê dev ji çalakiya xwe bernedin.    Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser pirsgirêkên ku çalakger bi wan re rû bi rû dimînin.    Demîrel, destnîşan kir ku devera ku herî zêde şewba Covîd-19'ê bandorê li dike girtîgeh e û got: "Girtî bi xetereya Covîd-19'ê re rû bi rû ne. Tevdîr nayên girtin. Bi taybetî jî paqijî û şert û mercên tenduristiyê tên paşguhkirin." Demîrel, bilêv kir ku pêvajoya pandemiyê hatye sûîstimalkirin û got: "Di vê pêvajoyê de ji bo sewqkirina nexweşxaneyê, daxwaznameyan û mafên tenduristiyê pandemî wekî hincet tê nîşandan. Her wiha îdareya girtîgehê bi hinceta pandemiyê hin daxwazên girtiyan paşguh dike. Çendî ku şewb heye jî tim davêjin ser qawîşan."    CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ   Demîrel, anî ziman ku çalakgerên greva birçîbûnê tim bi cezayên dîsîplînê re rû bi rû dimînin û got: "Mehek cezayê qedexekirina çalakiyên civakî û çandî li muwekîlên me dibirin. Îdare li girtiyên dikevin greva birçîbûnê cezaê dîsîplînê dibire." Demîrel, destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê nîşan didin ku rayedarên girtîgehê rêzê nîşanî mafên girtiyan nadin û got: "Bi van cezayan dixwazin çalakiyên aştiyane yên girtiyan bitepisînin. Ev ceza dijî hiqûqê ne. Em OHD'a Rihayê vê pêvajoyê dişopînin."    Her wiha Demîrelê diyar kir ku îdareya girtîgehê şekir, xwê û lîmonê dereng didin girtiyên di greva birçîbûnê de.    BANG LI WEZARETA DADÊ KIR   Demîrel, destnîşan kir ku girtî hevdîtina kurt a di 25'ê Adarê de bi Ocalan re hatiye kirin qebûl nakin û got: "Girtî, diyar dikin ku ev hevdîtina kurt ne daxwaza wan e û şermezar kiribûn."    Demîrel, anî ziman ku di demên dawî de binpêkirinên mafan zêde bûne û bang li Wezareta Dadê kir: "Wezareta Dadê û saziyên eleqedar, berî ku tenduristiya girtiyan xirab bibe, demildest divê ji bo daxwazên wan gavina bavêjin."